‘Me di hemû qadan de fikra azadiya jinê belav kir’

Jinên ku li taxa Şêx Meqsûd a Helebê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wî berxwedaneke dîrokî pêşandan, dest nîşan kirin ku ji hemû qadan re fikra azadiya jinê belav kirin, balkişandin li ser girîngiya hevgirtin û têkoşîna li dijî zîhniyeta baviksalar.

SIBELIA AL-IBRAHIM

Halep – Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber berxwedana xwe ya li dijî dewleta Tirk û çeteyên wî timî caran qala nave xwe dike. Jinên ku parastina taxên xwe yên rizgarkirî berdewam dikin, li hemû qadê birêxistinbûna xwe didomîn e.

‘Jinan di rêxistinkirina civekê de rolek mezin girtin’

Şêniyên taxê ku ji ajansa me re axivîn, behsa taxa ku tê xwestin bê dagirkirin û têkoşîna xwe kirin. Yek ji jinên ku ji Efrîna ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî ve hat dagirkirin koçî taxa Şex Meqsûd kirin Sûad Hassan diyar kir ku jinan dîroka xwe ya rast bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fêrbûnê û wiha axivî:

“Gel xwest ji tarîtî, koletî û qanûnên neheq rizgar bibe. Dixwestin xwedî îradeyek azad bibin. Şoreşa Rojava wek şoreşa jinê hate naskirin. Jinên felsefeya Rêber Ocalan dipejirînin, di şoreşê de rolên girîng girtin. Jinan di serhildana taxa Şêx Meqsûd de di rêxistinkirina civakê de rolek girîng lêyistin. Endama Kongra Star Gule Selmo ku di 13’ê Adara 2012’an de li taxa Şêx Meqsûd hat şehîd xistin û di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de bû yekemîn şehîda taxê, bû sembola berxwedanê.”

'Jinan di mekanîzmaya biryargirtinê de cih digrin’

Sûad Hassan diyar kir jinan di dema şoreşê de ji bo parastina taxên xwe barîkatên ewlehiyê ava kirin û wiha got: “Em wek jin li dijî leşkerên bipere hêza xwe îsbat kir. Piştî berxwedana gelê taxê gelek sazî hatin avakirin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fermî hate ragihandin û derbasî pergala hevserokatiyê hate kirin. Piştre jinan di mekanîzmayên biryargirtinê de cih girtin û di siyaset, huner, jiyana civakî, xweparastin, rêxistinî, aborî û gelek qadên din de çalak bûn. Jinan bi mêran re bûn xwedî mafên wekhev û wekheviya zayendiya civakî hate avakirin.”

Sûad Hassan da zanîn ku îradeya jinan li dijî çeteyan hêza berxwedanê dide, der barê têkoşîna jinan a di dema êrîşên dagirkeriyê de wiha got:

“Jin ji sibê heta danê nîvro diçûn cihê ku ji şervanan re xwarin dihatin amadekirin. Li aliyê din jî tevlî parastina taxê bûn. Li gel amedekirina çalakiyan, ji bo dermankirina birîndaran jî piştgirî didan nexweşxaneyê. Gelan bi yek dil têkoşîna xwe domandin. Dayikan zarokên xwe li malê hiştin û bêyî ku bifikire dê çi were serê wan, diçûn eniya şer. Heta agahiya şehîdbûna zarokên xwe jî digirtin. Her wiha li cîhanê gelek şoreş pêş ketin, lê em dibînin ji ber ku jin cih negirtin be gihişt serkeftin e. Şoreşa ku îro li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêş ket jî, bi pêşengiya jinan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate destpêkirin. Serhildana gel a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildanek ku şoreşa jinan a Rojava ji xwe re mînak girt.”

‘Civak li dijî êrîşan ewlehiya xwe ava kir’

Ji Kongra Star Fatima Hassan jî diyar kir ew şahidiya berxwedana taxa Şêx Meqsûd kirine. Fatima Hesen da zanîn ku dema li gelek bajarên Sûriyeyê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û komên çete de şer derket, wek gel birêxistinbûn û wiha axivî:

“Gelên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye li dijî êrîşan ewlehiya xwe ava kirin. Hemû beşên civakê xwe li dijî êrîşan di xweparastinê de perwerde kirin. 40 sal in di nava tevgera azadiya jinê de cih digrim. Berxwedan û hevgirtina gelê Şêx Meqsût bû mifteya serkeftinê. Gel tevlî parastinê bû, xwarin û vexwarin ji şervanan re çêkir û bi hêz û îradeyek mezin parastina taxên xwe kirin.”

‘Me li hemû qadan fikra azadiya jinê belavkir’

Fatima Hassan da zanîn ji hemû qadan re fikra azadiya jinê belav kirine û destnîşan kir ku ji avakirina saziyên jinan heta perwerdekirina civakê gelek xebat meşandin. Fatima Hassan têkildarî berxwedana jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê wiha got: "Berxwedana jinan a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bandor li jinên hemû cîhanê kir. Daxwaza me ew e ku hemû jin bi hev re hevkariyê bikin û li dijî zîhniyeta baviksalarî dest bi dest têbikoşin."

'Berxwedana jinên Kurd ji jinên Ereb re jî bû mînak'

Endama Buroya Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk Şaxê Helebê Fatima Al-Huseyîn jî diyar kir jinên di berxwedana Şêx Meqsût de beşdarî avakirina saziyan bûne, nûnertiya jinên Ereb jî dikin û wiha axivî: “Berxwedana jinên Kurd ji jinên Ereb re jî bû mînak.” Fatima Al-Huseyîn diyar kir pêvajoya şoreşê di kesayeta wê de guhertinên mezin afirandiye û da zanîn ku êdî  di civakê de wek jinek cih digre û dikare dengê xwe bigihijîne li her derê. Fatima Al-Huseyîn dest nîşan kir guhertina nêrîna civakê ya li ser jinan bi ser xistin û axaftina wiha domand:

“Me piştî rizgarkirina taxê ji bo temamkirina pêvajoya perwerdeyê, dibistana vekir. Me li hemberî astengiyên feraseta mêr ya ku tevlîbûna jinê ya li her qadê red dike, li ber xwe da. Gelek astengiyên derketin pêşiya me hebûn. Bi taybetî jî feraseta mêr ku bi mêran re tevlîbûna jinan a sazî û bi taybetî jî qada siyasetê red dike rû bi rû bin. Em ê tekoşîna xwe ya gihandina civakeke demokratîk, azadîxwaz, wekhevîxwaz û piralî bidomînin.”