‘Me cenazeyê Gulistan Doku bir û veşart’

Umut Altaş ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de li DYE’yê îfade da û der barê wî de fermana girtinê heye, li xwe mikur hat ku wî şahidiya kuştina Gulistan Doku kiriye û cenazeya wê bi hev re birine bagaja otomobîlekê.

Navenda Nûçeyan – Umut Altaş ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de fermana girtinê ji bo wî hatiye dayîn û ji DYE’yê daxwaza radestkirina wî hatiye kirin, li DYE’yê derbarê dozê de îfade da.

Umut Altaş, di îfadeya xwe de li xwe mikur hat ku wî şahidî kiriye ku Gulistan Doku ji aliyê kurê walî Mustafa Turkay Sonel ve hatiye kuştin û wan bi hev re cenazeyê Gulistan Doku birine bagaja otomobîlekê. Hate ragihandin ku Umut Altaş di îfadeya xwe de behsa Mustafa Turkay Sonel kiriye û îdia kiriye ku jê re hatiye gotin, "Wê Bavê min vê yekê çareser bike."

Her wiha Umut Altaş, diyar kir dibe ku cenazeyê Gulistan Doku li nêzî rêya Pertekê hatibe veşartin, piştre bi heman wesayîtê vegeriyane cihê bûyerê û kamerayên li herêmê hatine kontrolkirin.

Derket holê ku efserên Lêpirsînên Ewlekariya Navxweyî yên FBI û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê du rojan, di 19 û 20ê Tebaxa 2026an de, li Navenda Pêvajoya Moshannon Valley a li Pennsylvania, Umut Altaş lêpirsîn kirine. Dosya bi rêya Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Derve û Karûbarên Yekîtiya Ewropayê ya Wezareta Dadê bi rêya kanalên hevkariya dadwerî ji rayedarên dadwerî re hat şandin.

Mustafa Turkay Sonel sûcdariyan red dike

Mustafa Turkay Sonel ê di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de hatiye girtin, sûcdariyên li dijî xwe red kir û di îfadeya xwe dozgeriyê de diyar kir ku ew Gulistan Doku nas nake û sûcdariyên li dijî wî rastiyê nîşan nadin. Di nivîsa sevkê ya dozger de hatibû gotin ku li gorî îfadeyên şahidekî veşartî, tê îdiakirin ku Mustafa Turkay Sonel bi Umut Altaş re Gulistan Doku kuştiye.

Gulistan Doku ji sala 2020’an û vir ve winda ye

Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku, di 5’ê Çileya 2020’an de li Dêrsimê winda bû. Ji vê dîroka heta niha tu agahî ji Gulistan Doku nayê girtin. Doz bi salan bi îhtîmala xwekuştin hat meşandin û di sala 2026’an de lêpirsîn bi gumanbariya kuştinê berfirehtir bû. Kurê walî Mustafa jî di nav de der barê gelek gumanbaran de doz hate vekirin.