Maxdûrên ji erdheja Xoyê rizgar bûne li goristanê têkoşîna jiyanê didin

Tevî ku zêdetirî 20 roj li ser erdheja Xoy re derbas bûye, lê mexdûriyeta erdhejê berdewam in. Welatiyên ku ji ber erdhejê nekarîn bikevin malên xwe, ji ber ku herêmeke din tune ye, bi vedana konên xwe yên li goristanê hewl didin jiyana xwe bidomînin.

Navenda Nûçeyan – Di 28’ê Çile de erdhejek bi pileya 5.9 li Xoy a Rojhilatê Kurdistanê rû da. Walîtiya Azerbaycana Rojava ragihand ku di erdheja ku 70 gund hilweşiyan de 3 kes mirin û hezar û 167 kes jî birîndar bûn. Serokê Îdareya Xanî ya eyaletê Cafer Berzeger diyar kir ku di erdhejê de 3 hezar û 500 xanî ji sedî 20 heta 80 zirar dîtine.

Bi sedan kesên ku malên wan xera bûne tevî berf û sermayê jî bêyî alîkariyê bijîn. Li gor hindek medyayan, herçend zêdeyî 20 roj li ser erdheja Xoyê re derbas bûye, lê xelkê vê herêmê di bin şert û mercên dijwar de hewl didin xwe li konan bi cih bikin.

Li goristanê kon vedan.

Li gorî vîdyoyek ku Radyoya Zamaneh di 27’ê Sibatê de belav kiriye, xelkê Taxa Mola Bagî ku yek ji deverên gundewarê Xoyê ye, neçar mane ku konan li goristanê vekin û li wir bi cih bibin. Li gor nûçeyê taxa Molla Bagi li nêzî goristana kevin a bajêr ku bi salan nîvco maye û qadeke hêşîn a biçûk jî tune ye. Gelek malên vê taxa xizan gelek zirar dîtine û li ber hilweşînê ne.

Rojnamegeran ji qadê avêtin

Herwiha rojnamevan Maîde Emînî jî ji bo alîkariya xelkê erdhejê bûne, çend wêne û vîdyo belav kirin û diyar kir ku pêwîstiya mexdûrên erdhejê yên li bajêr bi gelek tiştan heye. "Li şûna çavdêrîkirina van dozan li bajêr, ajansên ewlekarî em ji deverê derxistin bêyî ku rê bidin me ku em wêne û vîdyoyê bikşînin,"

Hat diyarkirin ku her çiqas li gelek bajaran alîkarî ji gel hatibe berhevkirin jî ev alîkarî ji aliyê hin kesên qazancdar ve hatine talankirin. Herwiha hikûmeta ku alîkarî neda mexdûrên erdhejê, piştî erdhejê nehîşt saziyên sivîl bigihêjin mexdûrên erdhejê.