Maryam Shokranî gazî dadgeha cezayê hat kirin

Rojnamevan û çalakvana medyayî Maryam Shokranî gazî Dadgeha Cezayê Hejmara 2 a Tahranê hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Rojnamevan Maryam Shokranî, ji bo eleqederbûna dosyayê gazî Şaxa bi hejmara 1058’an a Dadgeha Cezayê Hejmara 2 a Tahranê kirin.

Li gorî nûçeyên hatin parvekirin, 18’ê Qanûnê Maryam Shokranî, bi sûcdariya “li qada sîberê belavkirina derewan” û “li dijî Komara Îslamî ya Îranê propagandakirin” li şaxê dê bê darizandin.

Maryam Shokranî, wiha got: "Ji ber nivîsa ku min li ser Armîta Grawand nivîsandibû, Şaxa 16'an a Serdozgeriya Çand û Çapemeniyê li dijî min doz vekir û bi hinceta weşana derew têkildarî min de îdîaname amade kirin."

Hêjayî bibîrxistinêye ku rojnamevan û çalakvana medyayî Maryam Shokranî berê jî hatibû girtin û raboriya wê ya karûbarên edlî heye.

Tevî qanûnên navneteweyî ya azadiya ramanê ya rojnamevanan jî, aktîvîstên medyayê yên li Îranê rastî sînordarkirinên cidî tên û dema nûçeyên ne li gorî daxwaza hikûmeta Îranê biweşînin, bi awayekî rastî cidî zextan tên û tên ceza kirin.