Mari El-Dibis: Jinên Libnanî di têkoşîna xwe de bi israr in

Seroka Komeleya Wekhevî Werde Botrus Marî El-Dibis diyar kir ku ew ji aliyê çîneke siyasî ya qirêj ve tên birêvebirin û got, "Em bi israr in ku li dijî tiştên ku ji Clara Zetkîn û jinên têkoşer hîn bûne têkoşînê bikin."

CAROLINE BAZZÎ

Beyrûd – Bi boneya 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê Seroka Komaleya Wekheviyê – Werde Botrus Marî El-Dibis ji ajansa me re axivî.  Marî El-Dibis bal kişand ser dîroka Roja Jinan a Cîhanê û berxwedana jinên kedkar û wiha got: "Mesele ne nakokiya jin û mêr e, pevçûnên di navbera çîna jinên xizan û sermayedarên wê demê de ye."

 ‘Yekane daxwaza wan wekhevî bû’

Marî El-Dibis der barê çirûska yekem ya Roja Jinê ya Cîhanî ya 8’ê Adarê de axivî û wiha got: “Dîroka Roja Jinê ya Cîhanî vedigere tevger û girevên jinan ya li DYA’ê ya di sedsala 19’emîn de pêkanîne. Yekane ew jinên ku ji aliyê polîsan ve hatin çewsandin, ew bû ku saetên karên wan kêm bibin û bi mêran re wekhevî di mûçeyên wan de çêbibe, her wiha ji wan re baxçeyên zarokan nêîz kargeh û saziyên berhemkar çêbikin. Tevgerên jinan di salên 1880-1890’an de bi tevgereke komunîst bi rêveberiya têkoşera jin Klara Zêtkîn destpêkir û dît pêwîste bi taybet jinên karmend bibin yek. Mijar ne rûbirûbûna navbera jin û mêr de ye lê di navbera çîna jinên mehrûm û kapîtalîsta wê demê de ye.”

Marî El-Dibis destnîşan kir ku ev banga tevgereke femînîst a çînayetî ye ku ji bo mafên jinan di warê aborî û civakî de têdikoşe diyar bibe û azadkirina jinê ji vir de dest pê dike û wiha axivî: “Duyem jî rola wê di navendên biryardayênê de hebe. Li ser vê bingehê, di destpêka sedsala bîstan de û berî Şerê Cîhanê yê Yekem, di sala 1910’an de li Kopenhavinê konferansek hat lidarxistin û di konferansê de roja cîhanî ya jinan hat lidarxistin ku tê de jinên hemû cîhanê nêzîkî sed jinan nûnertiya zêdetirî 12 welatên Ewropî û Amerîkî dikin amade bûn.”

‘Jin rastî çewîsandinê hatin’

Marî El-Dibis di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Pîrozkirina Roja Jinê ya Cîhanî destpêkê di 19’ê Adarê de bû. Di sala 1912’an de Kongreya Enternasyonal ya Jinên Sosyalîst li bajarê Bsel li Swîsra hat pêkanîn û roja 8’ê Adarê weke Roja Jinê ya Cîhanî hate diyarkirin. Di roja destpêkirina xwepêşandanên li Emerîkayê de, çalakvan ji aliyê polîsan ve hatin çewîsandin.”

Sala 1945’a Roja Jinan ya Cîhanê ji nû ve hate nîqaş kirin

Marî El-Dibis li ser gotina hin kesan ya pîrozbahiya Roja Jinê ya Cîhanî di sala 1945’an de destpê kiriye de wiha dibêje: “Ev bûyer di sala 1945’an de piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji nû ve hate nîqaşkirin, dema ku civînek komek jinan hat lidarxistin û di wê rojê de Yekîtiya Jinên Demokrat a Cîhanî hate avakirin. Bi taybet ji fîzîknasê fransî Eugénie Cotton, vexwendina komek jinên têkoşer wê demê bû.”

Marî El-Dibis a diyar kir ku Yekîtiya Jinan Demokratîk a Cîhanî piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hat avakirin, got: “Yekîtiya Jinên Demokratîk a Cîhanê hê jî çalak e ku komeleya Wekheviyê Werde Botrus ji endamê wê ne.”

‘Lînda Matar di têkoşîna jina de li pêş bû’

Marî El-Dibis der barê pîrozkirina Roja Jinan ya Cîhanî ya îsal ya di nebûna têkoşera jin Lînda Matar de ye ku mehek li ser koça wê ya dawî derbasbûye de wiha dibêje: “Bi koça Lînda Matar ya dawî re jina Libnanî têkoşera ku li mirovatiyek nû digeriya winda kir. Di avakirina roleke bingehîn ji bo jina Libnanî beşdar bû tevî hewildanên wê ku komîteya Mafên jinan bi serokatiya dê damezrandin. Gelekî li ser girîngiya komkirina têkoşîna aborî-civakî bi têkoşîna siyasî re tekez dikir. Linda Matar gelek dem û keda xwe ji bo têkoşîna jinê bê westan da, her tim li pêş bû.”

Banga bi cih anîna daxwazan

Marî El-Dibis têkildarî piştî derbasbûna zêdetirî sedsalekê li ser daxwazên jinan ku ew çirûska yekem di destpêkirina Roja Jinan a Cîhanê de bûn, jin hîn jî li heman daxwazan digerin dwe wiha dibejê: “Em di warê mafên giştî de di paşketinek mezin de ne, em ji aliyê çîneke siyasî ya qirêj a ku diravên gel û hemû mafan îsraf dike ve tên birêvebirin. Lê em bi tiştên ku ji Klara Zetkîn û aktîvîstên din ên jin hîn bûne, di têkoşînê de israr dikin. Têkoşîn ne tenê têkoşînek femînîst e, divê têkoşîna jinê di nava çarçoveyek tevgerek gelêrî  ku piştgirîya vê tekoşînê dike be, da ku em bigihêjin rastiya xwe û bigihêjin tiştên em ji bo civak û gelê xwe û zarokên xwe dixwazin.”

Têkoşîn bi rojekî re ne sînordar e

Marî El-Dibis der barê pirsa jina Libnanî ji bo daxwaza mafên xwe xemsare an ne de wiha axivî: “Li Libnanê piştî şerê navxweyî rola jinê di têkoşînê de paşveçû, piştre bi serhildana 17’ê Cotmeha 2019’an ew vegerî çalakiya xwe, lê çewsandina serhildanê û bûyerên piştre qewimîne û zagonan hilbijartinan ku ev perlamento anî guhertinek mezin çênekirin û di encam de hêviyên jinan şikandin. Jina Libnanî îro barên giran ser milê wê ne, nîvê jinan di temenê kar de bêkar mane, gelek hêviyên wan şikestî ne, lê em hewil didin bi riya hemleyên hişyarkirin û xurtkirinê di hemû herêman de wan xurt bikin û çalakiyên me bi 8’ê Adarê tenê rojekê ne sînordar e.”

Marî El-Dibis di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em hêvî dikin ku 8’ê Adarê bibe rojek em têde kom bibin da ku li ser rêbazên pêşxistina civakan û aboriyan lêkolîn bikin.