Manşeta Kovara Jin kampanyaya TJA’yê ye

Hejmara vê hefteyê ya Kovara Jin kampanyaya ku TJA'yê bi dirûşma ‘Bi jin jiyan azadiyê, ber bi azadiyê’ ve dabû destpêkirin xist manşet.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 30'an a Kovara Jinê ku her hefte tê weşandin, manşeta vê hefteyê  kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma ‘Bi Jin, jiyan, azadî ber bi azadiyê’ ve cih girt û derket pêşeberî xwendevanên xwe.

Sernavên ku di hejmara nû de cih girtin wiha ne:

* TJA bi ‘Jin, Jiyan, Azadi’ sedsala jinan organîze dike / Hevpeyvîn bi Aktîvîsta TJA'yê Eylem Saruca re / Dîren Yurtsever.

 * Jinên ku bêhna çalakiyê ji wan tê / Oya Açan

* Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd: Tevgerên jinan ên li Împaratoriya Osmanî di çarçoveya nasnameyên etnîkî de yekemîn rêxistina jinên Kurd e / Hîvran Tîmûr