‘Mamosteyên ku boykotê dikin li benda piştgiriyê ne’

Boykota mamosteyan li bajar û bajarokên Kurdistanê li dijî nedayîna mûçe û bi fermî tayîn nebûnê berdewam dike. Mamoste Nesrîn Ehmed dibêje: “Ev boykota me şoreşek li dijî gendeliyê ye.”

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Li Herma Federal a Kurdistanê sê meh in tenê carek mûçeyê mamostayên bi peyman û bi fermî tayîn nebûne hatiye dayîn. Ji ber wê çend meh in mamosteyan dest bi boykota neçûyîna dibistanan kirin. Her çendî boykota mamosteyan ziyanê dide xwendin û pêşketina xwendekaran jî hikumet bêdeng e û daxwazên mamosteyan bi cih nayne. Ji derveyî wê jî bi gefa dûrxistina ji dibistanê hewl tê dayîn mamoste bên bêdengkirin. Mamoste Nesrîn Ehmed a çalakî û boykoya mamosteyan nirxand anî ziman ku ew li dijÎ gendeliyê di nav berxwedanê de û got ku ew li benda piştevaniyê ne.

 ‘Gefa derxistina ji dibistanê dibe sedem ku dawî li boykotê binîn’

Mamoste Nesrîn Ehmed der barê boykota mamosteyan de wiha got: “Em weke mamosteyên ku tayîn bûne, ji sala 2017’an ve boykot dikin û ji ber gefan dawî lê tînin. Diviyabû me di wê demê de boykota xwe berdewam bikira lê belê ji ber gefan me dawî li boykota xwe dianî. Ji ber ku dema nivîsek ji bo rêveberiya dibistanê dihat, digotin ger mamosteyên bi fermî tayîn bûne nekevin dibistanê, li cihê wan wê mamosteyên bi peyman bigrin. Niha jî em mamosteyên bi fermî tayîn bûne û mamosteyên bi peyman daxwaza mafên xwe dikin û daxwaza me dayîna mûçeyê ku hatiye xwarin e.”

‘Ji sala 2013’an ve mafê xwendekaran tê xwarin’

Nesrîn Ehmed diyar kir ku her çendî pergal zextê zêde dike jî boykot kirine, ji ber ku ev yek şoreşek li dijî pergal û gendeliyê û got: “Ev çend sal in bi fermî tayînbûna mamosteyan tune ye û pileyên bilind nadin wan, ji derveyî wê xanenîşînkirina mamostayên herêmê ji ya Bexdayê cuda ye. Xwendekaran jî ji sala 2013’an ve ziyan dîtine. Ev 9 sal in bi fermî tayînbûn nîn e, her sal rêjeyek zêde ya xwendekarên zanîngeh û peymangehan temam dikin lê kar ji bo wan tune ye. Ger hikumet nikare yên ku zanîngeh û peymangeh temam kirine bi fermî tayîn bikin, çima xwendekar 12 salan bixwînin û di dawiyê de tu sûdek wê çênebe. Niha xwendekar ji xwendinê sar bûne, ji ber ku berê xwendekar ji bo armancê dixwendin da ku piştî temamkirinê karek bikin. Lê belê niha wisa bûye ku tu armanca wan nîn e bi riya xwendinê bi destên wan bikeve û li bendê dimînin bi fermî tayîn bibin lê kar jî nîn e. Hikumetê jî li beramberî hemû nerazîbûnan xwe bêdeng kiriye.”

‘Dûrxistin bûye sedem ku mamoste ji bo mafên xwe bêdeng bimînin’

Nesrîn Ehmed destnîşan kir ku girtina biryara dûrxistina mamosteyan bûye sedem ku di daxwaza mafên xwe de tirsê bi mamosteyan re ava bikin û wiha got: “Ez weke mamosteyek xwendekaran fêr dikim ku daxwaza mafên xwe bikin. Ji ber ku tê xwestin ez li beramberî daxwaza mafê xwe bêdeng bimînm. Ger mamoste yekdeng û yekgirtî bûna dê pirsgirêk hatibûya çareserkirin. Lê belê niha dema ku me boykot ragihand, beşek ji mamosteyan diçin dibistanê tu mûçe jî nagirin, em jî tenê daxwaza mafên xwe û mûçeya xwe dikin. Tevî ku debara jiyana me ev e jî hikumet bê helwest e.”

‘Sedema sereke hikumet e’

Nesrîn Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Boykota mamosteyan çiqas ziyanê dide xwendekaran, du qat ziyanê dide xwendekarên çîna xizan û navîn. Çîna dewlemend li her dibistana ku bixwaze dikare bixwîne. Diviyabû heta niha me cudakariya li ser çînan ji holê rakira lê belê mixabin zêdetir bûye û sedema sereke jî hikumet e. Ji ber wê dibe ku mamosteyên bi fermî tayîn bûne, yên bi peyman, xwendekar, dayik û bav bi yek dengî daxwaza mafên xwe bikin û heta ku em mafên xwe bi dest nexin em boykotê berdewam bikin. Ger ev rewş neyê çareserkirin qebareya herêm û rewşa kes di nava civakê de dê zêdetir ber bi xirabûnê ve biçe.”