Mamosteyê tacîzkar hat girtin

Burak Ercan ê ku li Cizîra Botan dema cîgirê midûrê dibistanek bû, 43 xwendekaran tacîz kiribû, bi biryara Dadgeha Bilind hat girtin.

Navenda Nûçeyan- Nûnerê Kargeha Sendîkaya Yekitiya Perwerdekaran (Egîtîm Bîr-Sen) Burak Ercan ê dema li Cizîra Botan cîgirê midûrê dibistanê bû, 43 xwendekaran tacîza kiribû, hat girtin.

Burak Ercan, cezayê girtîgehê ku di 12'ê Adara 2022'an de 22 meh û 15 roj hatibû dayîn îtîraz kir. Îstînafa ku îtîraz nirxand, ceza pejirand. Dadgeha Bilind ku serlêdana kiryar Burak Ercan ê li dijî biryara îstînafê kiribû nirxand jî cezayê girtîgehê ya dadgehê erê kir. Piştî biryara Dadgeha Bilind, Burak Ercan hat girtin û birin girtîgehê.

Çi bibû?

Derket holê ku li Cizîrê di sala 2019’an de alîkarê midûr û mamosteyê Îngilîzî yê Dibistana Amedeyî ya Anatoliya Navîn Burak Ercan xwendekarên keç ên dibistanê tacîz kiriye. Doza ku der barê Burak Ercan de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Cizîrê hat vekirin, 3 salan berdewam kir. Dadgeha herêmî, bi sûcê “êrişa zayendî ya sivik” “5 meh cezayê girtîgehê da. Ji ber ku Burak Ercan, karmendê dewletê ye, ev ceza nîvî hat zêdekirin û bû 22 meh û 15 roj.

Doza nû ya der barê Burak Ercan de li ser giliya xwendekarên nû hat vekirin jî di 27’ê Sibatê de bi encam bû. Di danişîna ku li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin de, ji ber sûcên “Tacîza zayendî” û “Êrîşa zayendî”, 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat dayîn.