Mamosteyê îstîsmar kirî ji kar hat dûrxistin

Li gundê Deran ê Pîrana Amedê mamosteyek li dibistanê 7 zarokên keç îstîsmar kir. Li ser giliya zarokan muamele hatin destpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Mamoste D.B. ku li dibistana gundê Deran ê navçeya Pîrana Amedê 7 zarokên keç îstîsmar kir, ji ber zêdebûna bertekan ji kar hat dûxistîn. 
Derket holê ku D.B ê li dibistana seretayî ya li gundê Deran ê navçeya Pîrana Amedê mamosteyê pola 4’emîn bû, 7 xwendekarên keç îstîsmar kirin. Piştî ku bûyer di çapemeniyê de derket, ji kar hat dûrxistin lê hat hînbûn ku cihê wezîfeyê mamosteyê ku îstîsmara zayendî kiribû hatiye guhertin.
Malbatên ku zarokên wan rastî îstîsmarê hatin û rêveberên Şaxa Egîtîm Sena Amedê ya Hejmara 3 bertek nîşanî biryarê dan û gotin; "Mamosteyê îstîsmarkar çawa dibe ku ji bo dibistanek din were wezîfedarkirin û tişta ku divê were kirin ew e ku divê ji kar bê avetin."
Hat hînbûn ku piştî bûyer di çapemeniyê de belav bû û berteka gel zêde bû, mamoste D.B ji cihê kar hatiye dûrxistin.