Mamosteya ku bi xwendekarên xwe muzîk da guhdarkirin, ji dibistanê hat avêtin
Li Îranê di dibistanekî de mamosteyek ji ber ku bi xwedekarên xwe muzîk da guhdar kirin, ji aliyê rêveberiya dibistanê ve ji karê xwe ya li dibistanê hat derxistin.
Navenda Nûçeyan – Mamosteyek ku li Gaemşehra Îranê li dibistaneke dewletê dixebitî, ji ber ku bi xwendekarên xwe muzîk da guhdarkirin, ji karê xwe ya ji dibisatanê hat derxistin.
Mamosteya ku li strana "Gangster Shahr Amol" da guhdarkirin jî diyar kir ku ew ji bo xwendekarên xwe kêfxweş bike muzîk daye guhdarkirin.
Midûrq Giştî yê Perwerdeya Eyaletê ya Mazenderanê ragihand ku mamoste ji kar hatiye derxistin û der barê dibistanê de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.