Mamoste Tatîka Recebî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
Endama Konseya Koordînasyona Rêxistina Sendikayan ya Îranê mamosta Tatîka Recebî ragihand ku ji roja hatî girtin ji 9’ê Gulanê heta niha di gireva birçîbûnê de ye.
Navenda Nûçeyan - Li Îran û Rojhilatê Kurdisatnê ji 16’ê Îlonê ve di serhildana ku berdewam dike de di nav de akademîsyen, hunermend û rojnameger jî di nav de bi sedan kes hatin girtin. Yek jî kesên ku hatin girtin parêzvana mafê mirovan û mamoste Tatîka Recebî ye. Tatîka Recebî bi pêşengtiya Konseya Koordînasyona Rêxistina Sendîkayan ya Îranê di 9’ê Gulanê de li ber avahiya rêveberiya perwerdeya eyaleta Razavî di dema protestoya ku bi hata kirin de hate binçavkirin û girtin. Hat zanîn ku ji 9’ê Gulanê ve Tatîka Recebî di çalakiya gireva birçîbûnê de ye. Di 9’ê Gulanê de dema ku hatî binçavkirin polîsên Îranê li ser mala wê girtine û xwişka wê jî hatiye binçavkirin û piştre hatiye berdan.
Tatîka Recebî di 11’ê Gulanê de di hevdîtina bi telefonê ya ku bi malbata xwe re pêk anî de, destnîşan kir ku ji ber bê qanûnî tê darizandin dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiriye.
‘Ji rewşên neyînî yên ku rû bide meqamên edlî berpirs in’
Konseya Koordînasyona Rêxistina Sendîkayan der barê mijarê de daxuyanî da û dan zanîn ku ew der barê tendûristiya endama xwe mamosta Tatîka Recebî de bi fikar in û got ger tiştek neyînî çêbibe polîsên Îranê û meqamên edlî ji rewşê berpirs in.
Tatîka Recebî ji roja destpêkê ya serhildanê heta niha ders boykot kiriye, di nava mamostayên ku bi awayek aktif beşdarî serhildanê bûye de ye.