Mamosteya aktîvîst Zeyneb Hamrang sewqî nexweşxaneyê hat kirin
Mamosteya aktîvîst Zeyneb Hamrang ku li Girtîgeha Evînê girtî ye, ji ber xirabûna rewşa tenduristiyê sewqî nexweşxaneyê hat kirin.
Navenda Nûçeyan - Mamoste û aktîvîsta Azerî Zeyneb Hamrang, piştî ku li Girtîgeha Evînê ya li wir tê ragirtin rewşa wê ya tenduristiyê giran bû rakirin Nexweşxaneya Taleghaniyeyê. Hat diyarkirin ku aktîvîsta ku cara duyemîn rakirine nexweşxaneyê, ligel tansiyona bilind û nexweşiyên gurçikan, pirsgirêkên wê yên tenduristiyê ji ber temenê wê yê mezin derketine holê.
Hat ragihandin ku Aktîvîst Zeyneb Hemrang a ku tê diyarkirin temenê wê ji 50 salî zêdetir e, bi îdiaya "propagandaya li dijî rejîmê kiriye" ceza girtiye.