Li Îranê mamoste û aktîvîstên kedê hatin girtin
Hêzên ewlehiyê bi ser mala Mihemed Habîbî de girtin û Reyhaneh Ansarinejad, Asal Mihemedî, Hirad Pîrbadaghî, Anîsha Asadolahî, Sarwenaz Ehmedî, Kamyar Fekoor, Hassan Îbrahîmî, Jaleh Rouhzad û Aldouz Hashemî jî di nav de mamoste û aktîvîstan girtin.
Navenda Nûçeyan – Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Îranê bi ser mala Berdevkê Sendîkaya Mamosteyên Tahranê Mihemed Habîbî de girtin û di encamê de komek mamoste û çalakvanên sivîl ku parastina mafên karkeran dikirin girtin.
Hevjîna Mihemed Habîbî Khadihej Pak Zamîr jî yek ji kesên hatiye girtin e. Hat ragihandin ku di dema binçavkirinê de yek ji mamosteyên jin krîza dil derbas kiriye û rakirine nexweşxaneyê.
Kesên girtin birin girtîgeha Evînê
Reyhaneh Ansarinejad, Asal Mihemedî, Hirad Pîrbadaghî, Anîsha Asadolahî, Sarwenaz Ehmedî, Kamyar Fekoor, Hassan Îbrahîmî, Jaleh Rouhzad û Aldouz Hashemî di nava aktîvîstên girtî yên sewqî girtîgeha Evînê hatine kirin de ne.
Mihemed Habîbî aktîvîstek sereke ya tevgera mamosteyên Îranê ye û di heyama meha borî de çend caran hat binçavkirin.
Tê diyarkirin ku ev çalakî di pêvajoya Roja Mamosteyan û Roja Karkeran a Cîhanê de hatiye pêkanîn.