Mamostayên olî ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî bang kirin
42 mamostayên olî yên Rojhilatê Kurdistanê têkildarî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî daxuyaniyek dan.

Navenda Nûçeyan – 42 mamostayên olî yên Rojhilatê Kurdistanê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî nerazîbûn nîşandan û ji rejîma Îranê xwestin cezayê darvkirinê yê li Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatî birîn bê betalkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em wek 42 zana û mamostayên olî yên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê daxwaz dikîn cezayê darvekirinê ku bi awayek nedadperwerane li Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatiye birîn, betal bikin.” Di dewamê de hat gotin ku divê desthilata Îranê dawî li pêla binçavkirina welatiyan bîne, ger dawî li zextan neyê anîn wê gel û hikûmet hîn zêdetir ji hev dûr bikeve.