Mamosteyên Helebce: Cihê me dibîstane ne qade

Mamosteyên Helebce li gel mamaostayên herêmên din ên sînorê bajarê Silêmanî dest bi çalakiyan kirin û ragihandin ku cihê me dibîstane ne qade.

Helebce- Mamoste û fermanberên Helebce îro li ber deriyê Rêveberiya giştî ya Perwerdeya Helebce bi dirûşmeyan çalakî li darxistin û berdewamiya baykota xwe ragihandin.

Mamosteyên bi peyman di çalakiyên xwe de bang li hikumetê kirin da ku wan demek ji ya din zûtir tayîn bikin. Mamosteyan xwestin mûçeyê wan yê 3 mehên dawî ku hîn jî nehatiye dayîn, were belavkirin, eger neyê dayîn ewê nekaribin deriyê navendên xwendinê vekin.

‘Divê hikumet guh bidin daxwazên mamosteyan’

Mamoste Îlham Fetah diyarkir ku cihê mamosteyan ne qadin dibîstane û got: “Zarokên niha baweriya wan bi belgenameyê nameye. Ji ber dayîk û bavên wan yan mamosta û fermanberi, ev 30 roje dibe jî mafê xwebê par dimînin. Divê hikumet guh bide xelkê, divê bên qadan guh bidin qadan, ger hikumet guh nede qadan, wê têk biçe. Ji ber wê divê destpêkê mûçeyan bidin, daku mamoste vegerin dibîstanê û fermanber jî vegerin ser kare xwe.”

Bihar Heme Emîn ev 24 sale mamosteye û îro hatiye qadan û daxwaza mafê xwe dike û dibêje: “Divê hikumet guh bide daxwazên me, divê mafê mamosteyan were dayîn . heta ku em mafê xwe bi dest nexin, emê çalakiyên xwe berdewam bikin.”