Mamostayên bi peyman li ber deriyê parlemenê kom bûn

Mamostayên bi peyman ji bo daxwazên wan bi cih werin bi cih kirin û bi fermî tayîn bibin vê carê li ber derê Parlamentoya Herêma Kurdistanê kombûn û banga helwestê ji parlamenteran kirin.

Mamostayên bi peyman  ji bo daxwazên wan bi cih werin bi cih kirin û bi fermî tayîn bibin vê carê li ber derê Parlamentoya Herêma Kurdistanê kombûn û banga helwestê ji parlamenteran kirin.
Hewlêr- Li Herêma Kurdistanê nêzî 22 hezar mamostayên bi peyman hene. Zêdetirî 5 salin ev mamosta dixwazin werin tayînkirin. Lê Hikumeta Herêmê heta niha bersiva daxwazên wan nedane û ev dû hefte zêdetire her roj mamostayên bi peyman ji bo ku bi fermî werin tayînkirin, li qadanin. Îro jî bidehan mamostayên bi peyman li Hewlêrê li ber derê Parlamentoya Herêma Kurdistanê kombûn û daxwaza mafê xwe kirin.
Tê payîn ku îro pirsgirêka mamostayên bi peyman di civîna parlametnoyê de were nirxandin.