Mamostayên bi Peyman ên ji pergala hikumetê ya perwerdê bêzar bûne di çalakiyê de ne
Ji sala 2014’an ve peyîwirdarkirina mamostayan ji aliyê hikumetê ve hatiye rawestandin, ji ber wê hêjmara mamostayên bi peyman her roja ku diçe zêde dibe. Heta nîha 23 hezar mamostayên bi peyman hene û daxwaza xebatê dikin.
ŞINYAR BAYÎZ
Silêmanî- Mamostayên bi peyman ji bo bi fermî werin peyîwirdarkirin ev şeş roje li bajar û navçeyên cûda yên herêma Başûrê Kurdistanê ên weke Silêmanî, Helepçe, Çemçemal, Seyîdsadiq û Qeladizê li dijî sîstema hikumetê û perwerdê xwepêşandanan li dardixin û daxwaza xebatê dikin. Li gora amêran li herêma Kurdistanê nêzîkî 23 hezar mamaostayên bi peyman hene, zêdeyî pênc salane daxwaza xebatê dikin, lê belê hikumeta herêmê bi hênceta qeyrana aborî daxwazên wan napejirînin.
“Heta hikumet çareseriyekê ji vê rewşê re nebîne emê çalakiyê dewam bikin”
Rêvebera Mamostayên bi peyman a herêma Başûrê Kurdistanê mamosta Şilêr di derbarê xwepêşandanên mamostyên bi peyman de got: “Ji ber bêdengiya hikumeta herêmê ev şeş roje me dest bi baykota waneyan kiriye û em xwepêşandan dikin. Ji ber gelek mamostayên bi peyman hene ji sala 2014’an ve nahetîne peyîwirdarkirin, her roja ku diçe hejmara wan zêde dibe, pêwîste hikumeta herêmê vê rewşê li ber çavan re derbaz bike û çareser bike.”
“Bi çavek kêm li mamostayên bi peyman tên nêrîn”
Mamostaya bi peyman mamosta Rewşen da ku mafê xwe bi dest bixe bejdarî xwepêşandanê bûye jî dibêje: “Di rastiyê de ez mamostaya waneya bîrkarîme ji derveyî waneya xwe ev sê sale ez waneyên zanistî didim. Bi çavek kêm li mamostayên bi peyman tên nêrîn, heta ew dema ji aliyê hikumetê ve bersîva daxwazên me nedane, heta ku daxwazên me pêk neyê em naçin wane nadin. Li beramberî herwaneyekê sê çar hezar dînar em digrin eve jî têra heqê hatin û çunê nake. Hinek ji van mamostayan dayikin û mafê dayiktiya wan nîne û nikarin bi vê heqdestê debara xwe bikin.”
“Hikumetê ji mamaostayan re tu rê nehêlaye”
Mamostaya bi peyman Çawan Elî jî dibêje: “Ev nêzî dû salane ez weke mamostaya bi peyman wane didim û em mafê xwe nagrin. Mixabin hikumetê ji mamostayan re tu rê nehêlaye, divê hikumet çaresereyikê ji bo mamostayên bi peyman re bibîne. Hejmara mamostayên bi peyman gelekin, li her dibîstanekê 2 mamostayên fermî 10 jî mamostayên bi peyman hene. Heta ku bersîva daxwazên me nedin emê boykotê dewambikin heta em mafê xwe bi dest dixin.”