Mamostayên bi peyman daxwaza tayinkirinê kirin
Mamostayên bi peyman yên îdareya Raperînê li dijî paşxistina civîna parlamentoyê ya li ser pirsgirêka mamostayên bi peyman, nerazîbûn nîşandan.
Silêmanî - Nerazîbûna mamostayên bi peyman ên li Herêma Kurdistanê ku dixwazin bi fermî werin tayînkirin, berdewam dikin. Mamostayên bi peyman ên li herêma Îdareya Raperîn a girêdayî bajarê Silêmaniyê di derbarê mijarê de daxuyaniya çapemeniyê dan û di daxuyanêyê de diyarkirin ku mamostayan bang li parlamento û Hikumeta Herêmê kirin da ku pirsgirêkên wan çareser bikin.
“Divê serokatiya parlamento û hikumet pirsgirêkê çareser bike”
Di daxuyaniya mamostayan de wiha hate gotin; “Divê Hikumet ji bo çareserkirina pirsgirêka mamostayên bi peyman xwedî pîlan be, ji ber vê êdî bi vî awayî em nikarin dewam bikin, ger çareseriyek dernekeve em neçarin hemû rêyên sivîl bixin meriyetê. Em bang dikin ku demek zû de parlamento bicive û çarenûsa mamostayên bi peyman zelal bike. Divê di civîna parlamentoyê de biryara tayînkirina mamostayên bi peyman were dayîn, yan jî weke mamostayên bi peyman yên Iraqê çareseriyek ji bo me jî were dîtin. Divê serokatiya parlamento û hikumet pirsgirêkê çareser bike.”