Mamostayan nerazîbûn nîşanî guhartina demografiya ya Efrînê dan

Mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civakî ya herêma Efrînê ji bo şermezarkirina guhertina demografik a li Efrînê û ferzkirina perwerdeyên bi zimanê tirkî, ya li wargeha Veger daxuyanî dan.

Şehba- Bi armanca şermezarkirina kiryar û guhertina demografîk a ku li Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk tê, di heman demê de guhertina zimanê herêmê û ferzkirina perwerdeya bi zimanê tirkî li ser gelê herêmê, mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civakî ya herêma Efrînê daxiyanî dan. Daxuyanî li kampa Veger a navçeya Şêrewaya Efrînê hat dayîn. Di daxuyaniyê de şagirtên dibistanên navçeya Şêrewa, mamoste û saziyên navçeyê bi hilgirtina pankertên bi nivîsa "Na ji guhartina demografîk re","Em xwendekar in pênûsa me dagirkeriyê ditirsîne" amade bûn.
Li Efrînê dixwazin bi navê Kurdîtiyê tiştek nehêlin
Daxuyaniya ku ji aliyê mamoste Zeyneb Gubarî ve hat xwendin wiha dest pê kir: "Çar sal in  kiryarên dagirkeriya faşîst a li ser herêma Efrînê berdewam dikin. Dewleta tirk a dagirker hemû rê û rêbazên dijmirovî bi kar tîne, ji guhertina demografik bigre heta guhertina welatiyan, îşkenceyên fizîkî û derûnî, xirabkirina xwezayê, kuştin, qetirkirin, guhertina çand û zimanê zikmakî, ruxandina dibistanan û qedexekirina zimanê dayikê, her wiha guhertina materyalên xwendinê û ferzkirina xwendina tundrew ên banga cîhadî û olperestiyê dikin li gorî feraseta xwe diguherînin. Ev yek jî nîşaneya pêkanîna xeyalên Osmanî û dijberiya yekrêziya Kurdî ye. Dewleta tirk ENKS'ê ji xwe re kiriye amûra pêkanîna armancên xwe. Ev bû çend sal li Efrînê ENKS'ê û dewleta tirk soz dane ku perwerde bi zimanê dayikê bidin lê ew soza ku dane gel vala û pûç derket. Girîngiya hebûna civak û nasnameya neteweyî ya wê civakê ji hebûna ziman, çand, ol û dîrokê yên ku nirxên giranbuha ne ji civakan re tê lewre jî hewldanên dagirkeriya tirk her tim ji bo tunekirin, qirkirin û pişaftina gelên herêmê heye." 
Bang li rêxistinên navneteweyî hat kirin ku xwedî helwest bin
Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên navdewletî hat kirin û wiha bi dawî bû: "Divê were zanîn ku ji mafên zarokên Kurdan e weke hemû zarokên cîhanê perwerdeya xwe bi zimanê zikamkî bibînin, ev jî mafekî xwezayî û rewa yê mirovan e. Dewletên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û UNICEF’ê bêdeng mane. Bi navê desteya Perwerde, hîndekariyê û xwendekarên herêma Efrînê van kiryaran û qedexekirina zimanê dayikê bi tundî şermezar dikin. Banga me ji hemû saziyên navneteweyî û rêxistinên mirovî û UNICEF’ê dikin ku li hemberî kiryarên dewleta tirk xwedî helwest bin li dijî kiryarên wî yên ne li gorî rêgezên navneteweyî ne helwest bigrin. Hemwelatiyên Kurd wek hemû pêkhateyên li cîhanê mafê wan heye bi zimanê dayikê bixwînin. Rê bidin zimanê me ku li dibistanan bê dayîn. Herî dawî jî em bang dikin ku guhertina demografîk ku li Efrînê pêk tê bê rawestandin."
Daxuyanî bi dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe","Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.