Mama Munîra ya Gundê Zarokan: Min xwest hezkirina parve bikim
Munîra Al-Kasrawî ya hilbijart ku bibe dayika zarokên sêwî yên li 'Gundê Zarokan', wiha got: "Min xwest hezkirina xwe bi wan re parve bikim.” Munîra Al-Kasrawî heta zarokan mezin dibin, rêberiyê ji wan re dike.
ÎHLAS HAMRUNÎ
Tûnis - Munîra Al-Kasrawî ya wek "Mama Munîra" tê naskirin, hilbijart ku bibe dayika gelek zarokên bêpiştgirî yên li "Gundê Zarokan" dijîn. Gundê li bajarokê Gamarthê, xwedî qada vekirî ya 4 hektaran e. Ji bo zarok, ciwan û xwendekarên zanîngehê yên vî gundî yurd hene. Malên li gund, wek bajarê Sîdî Bou Saîd ku yek ji cihên geştiyariyê yên herî xweşik ê Tûnisê tê hesibandin û kolanên wê yên navber jî bi rengên spî û şîn hatine xemilandin. Li gundekî ku malên cîranên ku malbatên Tûnisî lê dijîn digihêjin hev, zarokên temena di navbera 4 meh û 14 salî de hene.
'Ew coşa dilê min in'
Munîra Al-Kasrawî, der barê serpêhatiya xwe ya ji sala 1986’an û vir ve li gund dijî û tevî ku malnişê hejmarek zêde zarokan xwedî dike de, wiha got: “Ez li vir 35 salan xebitîm û êdî niha malnişîm, li gund bi çar zarokên xwe re di malek de jiyan dikim. Dema biçûkbûn min berpirsiyariya wan girt ser xwe. Ez niha nikarim dev ji wan berdim. Ew çoşa dilê min in û heta ez mezin bibim dê li cem min bimînin."
Munîra Al-Kasrawî, der barê hilbijartina xwe ya ji bo zarokên xwedî pêwîst bibe dayik de wiha got: “Min di sala 1986’an de li Gammarth dest bi vî karî kir. Ez dayika gelek zarokan bûm û bi nifşan alîkariya mezinkirina wan kir. Zarokên min yên li yek ji malên vî gundî mezin bûn, di rêyên xwe yên akademîk de bi ser ketin û bi tenê serê xwe têkoşiyan. Di rêya serkeftinê de hinek ji wan êdî wek rojnamevan, hemşîre, erkdara balafirê û profesor dixebitin. Yên ku di jiyana xwe ya perwerdehiyê de nekarîn beşa ku dixwestin serfkeftin bi ser bixin jî berê xwe dan hîn pîşeyan.”
'Min li dijî malbata derket’
Munîra Al-Kasrawî, diyar kir di pêvajoya beşdarbûna xebatê de gelekî ciwan bûye û wiha got: “Di destpêkê de malbata min diyar kir divê ez girîngî bidim pêşeroja xwe û ev xebata min red kirin. Dixwestin ku karek din bikin, bizewicim û zarokên min çêbibin. Ji min re digotin li şûna ez zarokên kesên din mezin bikim, zarokê xwe mezin bikim. Lê belê, min bi israr tişta dixwest parast û li dijî malabata xwe derket. Piştre min serlêdan kir. Di hevdîtinê de rêveberiyê diyar kir ez pir biçûk im û nikarim berpirsyariya zarokan hilgirim û daxwaza min red kirin. Piştre pêvajoyek ceribandinê ya sê mehan dan. Min di vê pêvajoyê de serkeftî bûm û ji bo kar hatim qebûlkirin. Min bi awayekî fermî dest bi kar kir û bûm dayîka 5 zarokan. Malek me ya piçûk û tijî hezkirin heye û ez ji wê demê heta sala 2021’an li gund xebitîm."
'Min dem û kêyfxweşiya xwe ya rast da zarokên xwe’
Munîra Al-Kasrawî, sedema bijartina vî karî wiha parvekir: “Min demek li televizyonê zarokên bêpiştgirî dît û piştî ku min wan dît ji ber ku di malbatek mezin de dijîm min hest kir ku cihê min ê xwezayî nêzî wan e. Min jî xwest ku ez hezkirin û dilovaniyê bi zarokên ku ji vê hestê bêpar in re parve bikim. Hemû mal li gor kêfa min hatin rastkirin û xemilandin. Hemû pêdiviyên ku malbatek dixwaze ji bo zarokên xwe misoger bike hene. Odeya mêvanan, mitbax, odeya lîstikê, odaya xebatê û odeya razanê heye. Ez ji bo serkeftina zarokan hewl didim her tiştî pêşkêş bikim. Min dem û kêyfxweşiya xwe ya rast da zarokên xwe. Dema ez wan kêyfxweş dibînim, ez jî kêyfxweş dibim."
Tê bawer kirin ku li Tûnisê ev gund ji bo zarokên beyî zewacê ji dayikbûne hatiye çêkirin Ji ber vê sedemê her çend zarok dema tevlî jiyana civakî dibin hin zehmetiyan dijîn jî, bi hezkirineke ku wan dipêçe mezin dibin.