Malên ji ax bi destê jinan nasnameyê zindî dihêle

Di serdemeke ku her tişt bi lezgînî diguhere û malên ji beton bajar û gundan dagir dikin de, xaniyên ji axê çîrokên pîr û kalan vedibêjin. Ev xanî giyanê gund û germahiya aîdiyetê temsîl dikin û jiyana berê tînin bîra me.

HELA REMADAN

Reqa – Xaniyên ji axê ne tenê stargehên ji ax û avê hatine çêkirin in. Têkiliya mirovahiyê bi axa xwe û jêhatîbûna pîr û kalên me ku ji xwezayê xaniyan çêdikirin, çandeke qedîm temsîl dikin. Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rola jinan di parastina mîrateya mîmarî de xuya dike. Cîhan El-Husên yek ji parêzvanên vê mîrateyê ye.

Li gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xaniyên ji axê çîrokên pîr û kalên me vedibêjin. Ew ne tenê dîwar û ban in, bîranîn in, di axê de kok vedane, bi jiyanê dilîzin û germahiya aîdiyetê belav dikin. Di navbera qurmên daran ên ku banê malan bi wan tên çêkirin û dîwarên ku ji hêla jinên jêhatî ve hatine çêkirin de, ruhê gund derdikeve holê. Taybetmendiyên jiyana sade ya ku berê hebûna xwe hê jî diparêze hene.

'Ew bûye beşek ji jiyana min'

Cîhan El-Husên a 40 salî ji gundekî kantona Reqayê ye, nimûneyeke zindî ya vê mîrateyê ye. Ji temenê biçûk ve, bi dayîka xwe re di karê çêkirina xaniyên ji axê de xebitiye. Wê li dayîka xwe temaşe dikir ka çawa ax, av û giya tevlîhev dike, kerpîçan dixe qalibên darîn û dûre di bin tavê de hişk bike. Cîhan wiha got: "Bi coş û kelecan li pey şopa dayîka xwe diçûm, min lê temaşe dikir ka çawa ax vediguhere dîwar û ew çawa bi destên xwe bê makîne û çîmento xaniyek ava dike. Min ji vê pîşeyê hez dikir heta ku ew bû beşek ji jiyana min."

Hunera çêkirina kerpîçên ji axê

Pêvajoya avakirina xaniyên ji axê bi amadekirina kerpîçên ji axê dest pê dike, weke ku Cîhan El-Husên şîrove kiriye. Ew tevlikirina ax, av û giya ye. Baş tê tevlihevkirin û tê hiştin da ku qalindahiya guncav bi dest bixe. Dûre tê tevlihevkirin, di nav qalibên çargoşeyî yên kevneşopî de tê bicihkirin û çend rojan tê hiştin ku di tavê de hişk bibe. Piştî vê pêvajoya avakirinê dest pê dike. Kerpîçên ji axê li ser hev tên rêzkirin û axê weke materyalên girêdanê bikar tînin. Dîwar bi qurmên daran an stûnên darîn tên piştgirîkirin û dûre ban bi tebeqeyên axê û giya tê nixumandin.

Ev pêvajo bi qasî 5 rojan ji bo amadekirina kerpîçên axê digre û piştre bi qasî 15 rojan ji bo temamkirina avakirinê dem pêwist dike. Ew jî li gorî mezinahiya xanî û hejmara karkeran e. Wekî ku Cîhan El-Husên diyar dike jin di vî karî de herî çalak in, ji amadekirina kerpîçên axê bigre heya boyaxkirina dîwar û banan, dîmenek ku rola jinan di parastina mîrateya mîmariya herêmî de nîşan dide.

Taybetmendiyên jîngeh û mîmariyê

Cîhan El-Husên destnîşan kir ku xaniyên ji axê ne tenê sembolîk in, di heman demê de xwedî taybetmendiyên jîngehê ne ku wan ji ber hewaya dijwar a herêmê dikin bijarteyek îdeal. Cîhan El-Husên wiha berdewamî da gotinên xwe: "Bi saya şiyana axê ya rêkixstina germahî û şilbûnê, ew di havînê de sar û di zivistanê de germ in. Wekî din materyal li herêmê peyda dibin, ji ber vê lêçûna wan li gorî avakirina nûjen pir kêm e."

Tevî avantajên xwe, xaniyên ji axê bi zehmetiyan re rûbirû dimînin. Bi taybetî di zivistanê de ji ber barana zêde av ji banan diherike. Di rewşên wiha de, niştecih bi tevlihevkirina axê yan jî nixumandina wê bi kîsikan û naylon heta ku hişk bibe, banê tamîr dikin. Ev tamîrkirin beşek ji rêûresmên demsalî ye ku niştecih bi wan re fêr bûne, pir caran bi hev re tê kirin û giyanê hevkariyê di navbera endamên civakê de bi pêş dixe.

Di navbera kevneşopî û modernbûnê de

Li hinek gundên weke El-Bu Asî xanî hê jî ji kerpîçên axê tên çêkirin ku hebûna vê mîrateyê di avakirina hemdem de nîşan dide. Niştecih dixwazin başkirinê hêsan bikin, weke mînak danîna erdê yan xurtkirina banan lê ew bingehên xaniyê axê diparêzin. Cîhan El-Husên dibêje: "Pirsgirêka herî mezin hevsengiya di navbera parastina nasnameya kevneşopî û danasîna hêmanên nûjen de ye, bêyî ku ruhê xaniyên ji axê winda bibe."

'Her xaniyek ji axê çîrokek e'

Cîhan EL-Husên bawer dike ku fêrkirina vê pîşeyê ji nifşên nû re ji bo misogerkirina berdewamiya mîrate û belavkirina hişmendiyê li ser avakirina domdar girîng e. Ew xaniyên ji axê ne tenê weke vebijarkek aborî, weke çavkaniyek îlhamê ji bo lêkolînerên mîmariya jîngehê dibîne. Cîhan wiha dawî li gotinên xwe tîne: "Her xaniyek ji axê çîrokek e û her dîwar şopa rabirdûyê di xwe de dihewîne. Divê em fêrî zarokên xwe bikin ka meriv çawa bi dilê xwe ava dike."