Malbatên şehîdan ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Bi pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê meşek ji bo şermezarkirina tecrîda girangirî ya li ser Rêber Apo, li navçeya Ehrezê hat lidarxistin.
HESNA MIHEMED
Şehba- Bi dirûşma "Bi rihê jinên berxwedêr em ê Serok Apo azad bikin" Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Ehreza kantona Şehbayê li dar xistin. Meş ji qada navçeyê heta goristana pakrewanên Berxwedana Serdemê ya li navçeyê bi tevlibûna bi sedan ji şêniyên herêma Efrînê, pêk hat. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê hatin hildan.
"Bi azadiya Rêber Apo em ê hemû azad bibin"
Meş li goristanê veguherî mîtîngê û bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê Hacer Miho di meşê de axivî û got: "Zêdetirî 20 salan e Rêberê me di nav zindana Îmraliyê û tecrîda girankirî de berxwedana xwe didomîne. Em vê tecrîdê bi tundî şermezar dikin. Em dixwazin ji dewletên navneteweyî yên ku tiliya wan di komploya navneteweyî de heye bibêjin ku em ê her di nav çalakiyan de bin heta ku Rêber Apo azad bikin. Azadiya Rêber Apo azadiya hemû jinên cîhanê ye. Em xeta felsefeya Rêber Apo dişopînin û tu carî îxanet û serîtewandinê qebûl nakin."
"Dewletên navneteweyî tu helwestek dijber li hemberî tecrîdê nîşan nedan"
Hevjîna pakrewan Cemal Zelûh Mustafa bal kişand ser armanca wan a lidarxistina meşê û wiha got: "Em îro li qadan û di çalakiyan de ne ji bo azadiya Rêber Apo. Zêdetirî 20 salan e Rêberê me xistine zindanê û nahêlin em agahiyan ji wî bigrin. Gelo çima dewlet bêdeng in? Em baş dizanin ku tiliya wan di girtina wî de heye loma. Ji ber vê yekê em dixwazin bibêjin ku em ê li rêber û têkoşîna xwe xwedî derkevin.”
"Em xeta pakrewanan dişopînin"
Hevjîna pakrewan Reşîd Firyal Ehmed jî tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Em wek hevjînên pakrewanan tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar dikin. Dewletên cîhanê jî bêdengiya xwe li ser vê tecrîdê diparêzin. Rêber Apo rêberek wisa ye ku xeta demokrasî û wekheviya gelan dide meşandin. Em li ser xeta pakrewanên xwe dimeşin û tu carî paş ve venagerin. Em tu carî ji Rêber Apo dûr nakevin û terka fikir û felesefeya wî nakin."
Meş bi dirûşma"Bijî Serok Apo" bi dawî bû.