Malbatên ku kesên wan di şer de winda bûne li hêviya agahiyan in

Aloziya Sûriyeyê ango şerê ku lê hatiye qewimandin gelek zirar da jiyana sivîlan. Jinên ku zarok û hevjînên wan di şerê Sûriyeyê de winda bûne, bi hêviya vegera wan in ango agahiyek der barê jiyana wan in.

ŞÊRÎN ELÎ
Şehba- Di nava şerên ku li Sûriyeyê bi giştî hatine qewimandin de gelek zirarên madî û manewî gihîştin gel. Gelek malbat malên wan ji ber şer hatine xirakirin. Di nav şerê Sûriyeyê de gelek çeteyên bi navên cuda li dijî gel kiryarên xirab kirin. Di nav van kiryaran de gelek malbat bê bav, jin bê hevjîn û dayik ji zarokên xwe mehrûm mane. Ew malbatên ku kesên wan winda bûne û ruxmî derbasbûna ewqas sal di ser windabûna wan de jî heya niha bi hêvî ne ku ew ê rojekê vegerin malên xwe. Heya niha di nav nakokî û hêviyê de dijîn ku nizanin sax in an mirî ne, bi vî awayî gelek malbat jiyana xwe didomîinn. Bi windabûna kesek ji malbatê yên herî zêde astengî û zehmetiyan dikşînin jin in, ji ber ku dayik bingeha malbatê ne. Jinên ku mirovên wan di encama şerê hatiye qewimandin de winda bûne, hêvî û xemgîniyên xwe bi me re parve kirin.
"Heya niha jî min bawer nekiriye"
Eyşe Mihemed a 50 salî ji gundê Nêrebiyê kantona Şehbayê ye û dayika 7 zarokan e hevjînê Eyşe Ehmed Ebido bi destên DAIŞ'ê hat revandin û heya vê kêliyê tu agahî jê tune ye. Eyşe wiha dest bi gotinên xwe kir: "Hevjînê min bû 8 sal winda ye û tu agahiya min ji wî tune ye, ez nizanim sax e yan jiyana xwe ji dest daye. Dema ku ew winda bû min tedbîra mala xwe girt û ez ji zarokên xwe re bûm dayik û di heman demê de jî bi rola bav rabûm. Min pir zor û zehmetî dît heya min zarokên xwe xwedî kirin. DAIŞ dema ku ket gundê me hevjînê min ji mal birin ji ber ku eslê wî Kurd bû. Di gundê xwe de sê caran ez koçber bûm piştî ku gundê me hat rizgarkirin min û zarokên xwe jiyana xwe li navçeya Fafînê domand. Niha ez cihê xwe di Mala Jinê de digrim ji bo ku karibim pêşerojeke ji zarokên xwe re ava bikim. Dema ku DAIŞ’ê hevjînê min ji mal bir min gelek astengî dîtin heya niha jî ez wan astengiyan dibînim. Xwesteka min ew e ku agahiyek ji hevjînê xwe bigrim. Ez heya niha ji bo her kesê dipirsim û lêkolîn dikim ji bo dîtina hevjînê xwe tu carî hêviya xwe qut nakim."
"Dema ku kurê min û welat azad bibin dê kêfxweşiya min mezintir bibe"
Dayika Cemîle Murad Elî ji gundê Kurika yê nMabetaya Efrînê ye û xwediyê 8 zarokan e. Cemîleya ku di şerê Efrînê de kurê xwe yê bi navê Xebat Mûrad winda kiriye wiha got: "Ev bû 4 sal kurê min winda ye û ez li benda agahiyek ji kurê xwe me. Ez her tim bi hêvî me ku ez ê rojekê kurê xwe bibînim. Em nizanin li ku derê ye û daxwaza min ji vê jiyanê ew e ku ez kurê xwe hembêz bikim. Wê kêfxweşiya min mezin bibe dema ku kurê min û welatê min bi hev re azad bibin. Em li cih û warê xwe bûn û piştî Erdogan Efrîn dagir kir em koçberî Şehbayê bûn. Em ji topbaranên dewleta tirk a dagirker xelas nabin di heman demê de jî agahiyên rêxistinên navnetewî ji me heye lê ji bêdeng in. Em li kampan pir zorî û zehmetiyan dibînin ji bo bi serbilindî vegerin welatê xwe, em ê hemû astengiyan tehemul bikin."
"Zarokên min bê bav mezin bûn"
Şamîra Xelîl ji gundê Şêxorzê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê ye û dayika 3 zarokan e. Şamîra ku hevjînê xwe yê bi navê Omer Bîro di şerê Efrînê de winda kiriye wiha dibêje: "Hevjînê min weke sivîlek Efrînê xwesteka wî bû ku di Berxwedana Serdemê de cihê xwe di nava kar û xebatan de bigre ji bo parastina axa xwe ji dagirkeriyê. Ev 4 sal in winda ye û heya niha tu agahiyek ji min re nehatiye. Piştî hevjînê min winda bû barê malê ket ser milên min. Ez êdî nizanim li ku derê li hevjînê xwe bipirsim. Ez niha li wargeha Serdemê bi tena serê xwe bi zarokên xwe re dijîm. Malbata hevjînê min bi temen mezin in û tendirustiya wan nebaş e ew nikarin bi min re bibin alîkar, lewma min bi tena xwe zarokên xwe xwedî kirin. Hêviya min ew e ku ez agahiyek ji hevjînê xwe bigrim."