Malbatên Efrînî: Dewleta tirk li pêşiya alîkariyan dibe bend
Erdheja li Mereşê rû da û bandorek mezin li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrîna dagirkirî kir. Xizm û mablbatên kesên ku ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane li Şehbayê konê sersaxiyê vekirin.
Şehba – Di encama erdheja ku di 6'ê Sibatê de çêbû, xelkê navçeya Cindirêsê ya kantona Efrîn a ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû dagirkirin zirarên madî û canî dîtin. Di encamê de zêdetirî 600 kes di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran birîndar bûn her wiha operasyonên lêgerînê heya niha berdewam dike. Malbat û xizmên qurbaniyên Cindirêsê li navçeya Ehdasa kantona Şehbayê konê sersaxiyê vekirin.
Xizm û malbatên kesên ku li Cindirêsê jiyana xwe ji dest dane destnîşan kirin ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî yên Efrînê dagir kirine nahêlin alîkarî derbasî Cindirêsê bibe û ew bi xwe jî ji bo rizgarkirina însanan tu tiştî nakin.
Bi sedan kesî berê xwe dan konê sersaxiyê û şîfa ji birîndaran re xwestin. Kon duh hat vekirin û wê sê rojan berdewam bike. Di konê de wêneyên kesên ku ji ber erdhejê li Cindirêsê jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin. Jinên ku beşdarî konê sersaxiyê bûne nêrînên xwe ziman.
Li Cindirêsê bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan
Cîhan Ismaîl qurbaniyên ku di encama erdheja li Cindirêsê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û wiha got: "Di erdhejê de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan, em wan bi bîr tînin û şîfayê ji birîndarên xwe re dixwazin. Êş û birînên me yek in. Em amade ne li kêleka gelê xwe li Cindirêsê bisekinin. Mixabin heya niha dewleta tirk li hemberî alîkariyan dibe astengî û nahêle alîkariyên mirovî derbasî Cindirêsê bibin û pêdiviyên gel pêk bînin her wiha nahêle tîmên hawarçûnê jî derbas bibin û gel ji bin kavilan xilas bikin. Dewleta tirk sînoran digre. Divê dewletên navneteweyî li hemberî Tirkiyeyê xwedî sekin bin. Derî ji alîkariyan re bi lez bê vekirin."
Bi sedan kes di bin kavilan de ne
Fatimê Hisên Reşo ji navçeya Cindirêsê ye diyar kir ku gel li Cindirêsê heya niha di bin kavilan de ye û divê alîkarî jê re bên pêşkêşkirin û got: "Bû hefteyek bi sedan kes li Cindirêsê di bin kavilan de ne û tu alîkarî heya niha ji wan re nehatine pêşkêşkirin. Dewleta tirk li hemberî alîkariyan bend û sînoran datîne. Bi vekirina konê sersaxiyê me xwest li em li ba gelê xwe bin. Dilê me ji ber van qurbaniyan disoje. Em ê xwedî li hev derkevin û li benda tu alîkariyan nemînin."