Malbatên DAIŞ yan li kampa Holê jinek 20 salî kuştin

Li kampa Holê penabera Îraqî Meryem Ehmed El-Mekul mirî hat dîtin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin Meryem bi tebancê hatiye kuştin.

Hasekê - Kampa Holê ya 45 km yan dikeve rojhilatê bajarê Hesekê di 1991'ê de di dema şerê Xelîcê yê duyemîn de ji bo koçberên ji Iraqê hat avakirin. Di sala 2003'an de bi sedan malbatên ji Iraqê careke din ji ber şer koçberî kampê dibin. Kampa ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê rêvebirin, jin û zarokên çeteyên DAIŞ'ê ku ji aliyê QSD'ê ve dihatin girtin, ew jî di beşek taybet a kampê de hatin bicihkirin. Ji ber vê hejmara koçberên di kampa Holê de di 2019'an de gihîşt 74 hezaran. Malbatên DAIŞ yan metirsiyê ser jiyana koçberên ji Sûriye û Îraqê çêdike. 
Di sala 2019’an de bi giştî 80 kes li kampa Holê kuştine. 2021’an jî 11 kes di navê de sê jin hatine kuştin ku piraniya wan Îraqîne.
Herî dawî duh jî jina bi navê Meryem Ehmed El – Mekul ya Îraqî li kampê mirî hatiye dîtin. Li gorî agahiyan Meryem a di sala 2001’an de hatiye dinê û bi tebancê hatiye kuştin.
Asayîşa kampê hîna di derbarê bûyerê de agahî nedaye.