Malbatên DAÎŞ’î li kampa Holê êrîşî ekîba tomarkirinê kir

Malbatên çeteyên DAIŞ'ê yên li Kampa Holê dimînin, êrîşî cihên ku li kampê xebatên qeydkirin û nûkirinê dikin, kirin. Êrîşkaran xwestin konan bişewitînin. Di encama mudaxeleya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bûyer hate kontrolkirin.

Navenda Nûçeyan-Qonaxa sêyemîn a "Operasyona Mirovî û Ewlekariyê" ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi piştgiriya QSD û YPJ’ê, li Kampa Hol a rojhilatê Hesekê dabû destpêkirin, didome.

Malbatê DAIŞ’iyên li kampê dimînin, êrîşî peywidarên ku li kampê xebatên qeydkirin û nûkirinê dikin, kirin. DAIŞ'î hewl dan ku noqteya kontrolê bişewitînin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku nehiştin êrîş zêde bibin, li herêmê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li her aliyê kampê kon vedan.