Malbatên aktîvîstên girtî li ber Edliya Hewlêrê ne

Malbatên aktîvîstên mafê mirovan ên li herêma Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin li ber Edliyeya Hewlêrê gihan hev û doza berdana zarokên xwe kirin.

 
Hewlêr - Aktivîstên Parêzvanên Mafên Mirovan Mesud Elî Hacî, Bendewar Eyub, Karger Ebas Elî û Şêrwan Teha Emîn di 10 Hezîranê de ji aliyê Partiya Demokratîk a Kuristanê (PDK) ve hatibûn girtin û piştre li dijî binpêkirina mafan dest bi rojiya mirinê kirin. Malbatên aktivîstên mafên mirovan li ber Edliyeya Hewlêrê nêzîkatiya hikumetê ya li hemberî zarokên wan tên kirin şermezar kirin û daxwaza hevdîtina bi zarokên xwe re kirin.