Malbatên Şehîdan ên Efrînê êrîşên ser Til Rifetê şeremzar kirin
Meclisa Jinan a Malbetên Şehîdan a herêma Efrînê êrîşên dawî yên dewleta tirk li dijî bajaroka Til Rifatê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Şehba- Di 11'ê Tîrmehê de dewleta tirk bi balafirên keşfê (SÎHA) bajaroka Til Rifat ê girêdayî Kantona Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku koçberên Efrînê lê bi cih bûne bombebaran kir. Di encamê de 5 kes birîndar bûn û di nava wan de zarok jî hene. Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk, Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li goristana pakrewanan a komkujiya Til Rifat a navçeya Fafînê ya Şehbayê hat dayîn. Di daxuyaniyê de malbatên pakrewanan amade bûn her wiha wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hatibûn hildan.
Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêam Efrînê, Ofê Mihemed ve hate xwendin wiha bû: "Piştî dagirkerina kantona Efrînê û koçberkirina gelê me ku zêdetirî sê sal in li kantona Şehbayê bi cih bûne, rojane rastî êrîşên dewleta tirk tên. Li kêleka êrîşan dorpêç li ser koçberên Efrînê ji aliyê rejîma Baasê ve tê ferzkirin. Ruxmê hemû êrîşan Efrînî dev ji berxwedana xwe bernadin. Dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike, ji bo pêkanîna projeya xwe ya Mîsaqî Milî. Dewleta tirk li hember hemû cîhanê kiryarên xwe li dijî gelê sivîl pêk tîne, siyaseta qirkirin û înkarê dimeşîne. Em wek Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan bi tundî êrîşên dewleta tirk ên ku di 11'ê Tîrmehê de li hemberî gelê me pêk aniye şermezar dikin. Di encama êrîşê de 5 sivîl di nav wan de zarok bi giranî birîndar bûn. Armanca êrîşan ew e ku gelê Efrînê careke din koçber bike. Bila dewleta tirk jî bizanibe ku tu êrîşên wê li hemberî berxwedaniya gel nabe asteng. Efrînî bi israra xwe li hemberî hemû hovîtiyê têdikoşin."
"Mayina li Şehbayê rizgarkirina Efrînê misoger dike"
Rêvebera Meclisa Malbetên Şehîdan a herêma Efrînê, Xedîce Îbo ku beşdarî meşê bûye helwesta xwe wiha parve kir: "Em bi tundî êrîş û kiryarên dewleta tirk a dagirker şermezar dikin. Rojane koçberên Efrînê yên ku di xaniyên wêrankirî de li ber xwe didin rastî êrîşên dewleta tirk a dagirker tên. Armanca dewleta tirk ji van êrîşan ew e ku hêviya vegera gel li Efrînê bişkîne. Lê îradeya me xurt e û zû bi zû naşkê. Ji bo ku em careke din vegerin Efrînê em ê bedelên giranbuha jî bidin. Mayina me li Şehbayê, rizgarkirina Efrînê misoger dike."