Malbata Tolhildan Raman: Tolhildan navê evîndara azadiyê bû

Malbata Tolhildan Raman a li Xelîfanê bi destê PDK'ê li gel 4 hevalên xwe hat qetilkirin got: "Weke malbat êşa me sê aliye, yek windakirina Tolhildan, ya duyem bi destê PDK'ê, ya sêyem jî cenazeyê me nadin me."

RONAHÎ NÛDA
Qamişlo– Di meha Tebaxê de komeke şervanên ji 7 kesan pêk dihat, dema ku hewil didin ji herêmekê derbasî herêmek din bibin dibin armanca êrîşên PDK'ê. Di encama vê êrîşê de 5 ji wan jiyana xwe ji dest didin, yek birîndarî dikeve dest û yek ji wan sax vedigere cihê xwe. Ji wan yek jî Nesrîn Temir (Tolhildan Raman) a ji bajarê Qamişlo yê – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Nesrîn di sala 1999'an de piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl tê girtin, biryar digire û tevlî nav refên şervanên azadiyê dibe. Ji Rojavayê Kurdistanê heta çiyayên azad di qelek qadan de xebatê dimeşîne. Wek her malbatekî kurdan malbata Nesrîn jî gelek bedelên giran bûha di oxira welatê xwe de didin. Piştî Nesrîn xwîşka wê ya bi navê Zozan jî beşdarî nav tevgerên azadiyê dibe û ew jî di sala 2017'an de di encam êrîşên dewleta tirk ên balafirên şer de jiyana xwe ji dest dide. Dayika Nesrînê Ayşen û xwişka wê Evîn qala jiyana wê kirin. 
"Tolhildan jineke zîrek û jêhatî bû"
Dayika Tolhildan, Ayşen Osman Temir wiha qala têkoşîna Tolhildan dike: "Tolhildan jineke zîrek û jêhatî bû. Her wiha Tolhildan xwendevan bû û jineke gelek zekî bû. Dema Tolhildan diaxivî mirov gelek jê bandor dibû, ji ber xweş diaxivî û mirovan bandor dikir. Tolhildan hîn zarok bû eşqa wê ya tevgera azadiyê di dilê wê de hebû. Dema hevalan dîdît pir kêyfxweş dibû û di wê temênê de alîkariya hevalan dikir. Tolhildan di sala 1999'an de çû tevlî civînekê bû, piştî wê civînê biryara xwe dide da ku beşdarî nav refên tevgera azadiyê bibe. Wê demê hatibûn ji bavê wê re gotibûn, bavê wê jî gotibû hûn ji dayika wê re bêjin bila wiha biçe. Piştî wê hatin ji min re gotin ku Tolhildan daxwaza wê heye ku beşdar bibe. Wê demê jî Rêber Apo dîl hatibû girtin û em çend roj li ser Serokê xwe digîriyan. Loma min got bila keça min biçe û tola Rêberê xwe ji neyaran hilîne. Heta wê demê min got ger zarokê min nînbûya ez ê jî tevlî bûbû ma. Piştî wê Tolhildan gelek kêyfxweş bû û me Tolhildan bi xwe bir û tevlî kir. Tolhildan di nava zarokan de ya mezin bû û keça min bû, piştî tevlî bû, bû hevala min. Min Tolhildan da tevgera xwe û diyariya Rêberê xwe kir. Tolhildan xwe bi xwe navê xwe hilbijart û got ez ê bi vê navê tola Rêberê xwe hilînim. Piştî tevlî bû nêzî salekê li Rojavayê Kurdistanê kar û xebat meşand, paşê çû çiya û pênç sal li wê derê ma. Çirûska şoreşa Rojava Kurdistanê dest pê kir, Tolhildan jî hat Rojavayê Kurdistanê û nêzî 6 salan li vir kar û xebat meşand."
"Em îxaneta PDK'ê efû nakin" 
Ayşen êrîşên PDK'ê li dijî kurdan wiha nirxand: "Ger kurd û kurd hevdu bikujin îxanet e. Dema tirk zarokên me şehîd dixînin, em dibêjin dijmina me ye, lê dema PDK'ê zarokên me şehîd dixînin zor e, ji ber ew jî kurdin. Em tucaran PDK'ê ji ber îxanetên wan efû nakin. Me berê digot em û PDK'ê birayê hevdu ne, lê piştî şerê Başurê Kurdistanê em ne birayê hevdu ne. PDK'ê jî dijmina kurdan e. Heta niha PDK'ê zarokên me nedane, ger dewletên navneteweyî dengê xwe bikin, belkî zarokên me bidin ew jî ne ekîd e. Zarokên me nadin ji ber îxanetçî ne. Daxwaza me ewe ku em zûtirîn demê de zarokên xwe ji destê PDK'ê bigirin û heta em negirin jî wê her daxwaz û çalakiyên me dom bikin. Heta niha jî PDK'ê doza çi ji me dike, me fêm nekiriye, em heyirî mane ji ber me gotiye birayên me ne, lê êdî bira jî ne biraye û ji dijmin jî xirabtirin." 
"Bi zarokên xwe serbilindin"
Ayşen da zanîn ku ew bi şehîdên xwe serbilindin û wiha pê de çû: "Keça min Zozan jî di sala 2012'an de tevlî bû û 6 salan ma. Zozan jî dema beşdar bû 3 salan li Rojavayê Kurdistanê kar û xebat meşand. Piştî sê salan çû çiyayên azad û piştî wê di sala 2017'an de dewleta tirk bi balafiran êrîş dike û Zozan jî weke Tolhildan li çiyayên azad şehîd dikeve. Ez bi her du zarokên xwe jî serbilindim û serê me natewe. Zarokên min ji bo Serok, ax û gelê xwe şehîd ketin. Îro zarokên me çiya şer dikin û divê em jî weke gelê kurd xwe xurt bikin. Her wiha divê em têkoşîna xwe mezin bikin da ku Serok û welatê xwe azad bikin. Divê em dev ji xwe bernedin û li dijî hemû cure êrîşan li ber xwe bidin."
"Tolhildan evîndara welatê xwe bû" 
Xwîşka Tolhildan, Evîn Temir wiha qala Tolhildan dike: "Ez navê Tolhildan navê evîn lêdidim, ji ber Tolhildan evîndarê Serok, welat û gelê xwe bû. Tolhildan herdem di kar û xebatê xwe de serkeftî bû, ji ber bi evîndarek mezin beşdarî her tiştî dibû. Bandora Tolhildan li tevahî malbatê dikir. Tolhildan di malbatek welatparêz de mezin bûye û wê hestê herdem diparast. Dema Tolhildan beşdar bû ez gelek biçûkbûm, ji xwe 17 sal di nava malbatê de xilas kir û 22 sal jî di nava tevgera azadî de xilas kir. Tolhildan di sala 1999'an beşdarî tevgera azadiyê bû, ji bo tola Serok hilîne çû. Piştî wê di sala 2014'an de vegeriya Rojava û beşdarî şoreşê bû. Tolhildan jiyanê hezdikir û wiha tevlî dibû. Her wiha gelek girêdayî YPJ'ê bû û herdem digot 'Ez sed caran jî bimirim û rabim divê cardin tevlî YPJ'ê bibim'. YPJ'ê pîroz dîdît, li kuderê ala YPJ'ê hebû wêneyê xwe digirt û ji min re dişand. Xwe di YPJ'ê de dîdît, îmkan û fikrê xwe di YPJ'ê de derdixist holê. Herdem digot 'Divê YPJ'ê bibe sembola hemû jinên cîhanê'. Tolhildan bi daxwaza xwe çû çiyayên azad û xwe herdem li çiya dîdît. Herdem digot li çiya mirov azad dijî."
"Em kiryarên PDK'ê şermezar dikin"
Evîn kiryarên PDK'ê li dijî têkoşerên Xelîfanê şermezar kir û got: "Weke malbat êşa me sê êşin, yek Tolhildan şehîd ked, ya duyem bi destê PDK'ê hat şehîd xistin û ya sêyem jî cenazeya me nadin. Em wek malbat kiryarên PDK'ê li dijî gelê kurd şermezar dikin. PDK'ê hatiye wê astê ku êdî zarokên me şehîd dixînin. Di sala 1990'an de jî PDK'ê zarokên me şehîd dixist, lê bi awayekî veşartî, lê niha bi awayekî eşkere kemîn davêjin pêşiya zarokên me û zarokên me şehîd dixîne. Şehîd Zozan bi destê dewleta tirk şehîd ked û me got ew dijmina kurdan e, lê Tolhildan bi destê PDK'ê şehîd ket û êşa wê gelek mezin e. Tevgerê me herdem bi navê biratî banga PDK'ê dikin, lê mixabin tu biratî di PDK'ê de nemaye. Tirk ji PDK'ê re di derbarê kurdan de çi ferman didin, yekser pêk tînin." 
Evîn herî dawî çalakiya malbatên şehîdan li Semalka nirxand û wiha bi dawî kir: "Gel li hember îxanet û êrîşan herdem li ber xwe didin. Li Semalka bi pêşengtiya dayikên aşitî û malbatên şehîdan pêşandan hate li dar xistin. Armanca vê çalakiyê ewe ku em zarokên xwe ji destê PDK'ê bigirin. Em jî wek malbatê şehîd Tolhildan beşdarî konê çalakiyê ya Semalka bûn û me doza cenazeya xwe kir. Hêviya ku cenazeya me bidin hindike, lê em ê herdem bang bikin û cenazeya xwe bixwazin. PDK'ê îxanet jî derbas kiriye ku nema cenazeya me jî didin. Dayikên aşitî çûn gel PDK'ê da ku zarokên xwe hilînin, lê PDK'ê hurmetê wan dayikan jî nekirin. Bi şehîd Tolhildan wan re hevalek jî bi birîndarî ked destê PDK'ê û divê di derbarên aqûbeta vê hevalê de jî daxuyaniyek bidin. Banga min ji gelê Başurê Kurdistanê re heye ku li hember êrîşên dewleta tirk û PDK'ê serî hildin da ku dext li wan hebe, cenazeya me bidin me."