Malbata Senyaşar bang li meclîsê kir
Malbata Şenyaşar ku 207 roj in ji bo edaletê têdikoşin, bi bîr xist ku meclîs vebûye û bang li wekîlan kir.
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 207’an de dewam dike.
Di roja 207’emîn a çalakiya malbata Şenyaşar de, Ferît Şenyaşar diyar kir ku ew û dayika xwe 207 roj in li benda lêpirsîneke karîger û darizandineke dadmend in. Ferît Şenyaşara ku da zanîn li holê komkujiyek heye û wiha axivî: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 3 mirovên me hatin qetilkirin. Tevî ku 3 sal û 3 meh derbas bûne jî, mixabin dozgeran hîna doz ne vekirine. Bi vê awayî dibin hevkarê vê komkujî û vî sûcî.”
Ferît Şenyaşar bi bîr xist ku Meclîs hatiye vekirin û wiha got, "Dema ku Meclîs vebe, yek ji mijarên sereke ye rojevê we doza me be. Em ê heta dawiyê têbikoşin. Emê tekoşîna xwe ya li ber Edliye bernedin. Ferît Şenyaşar bang li wekîlan kir ku piştgiriyê bidin wan.