Malbata Orhan: Hestiyên wan jî nedan me

Xizmên windayan, di çalakiya xwe ya li Amedê de ji bo endamên malbata Orhan ku serpêhatiya wan di çalakiya Dayikên Şemiyê de hat xwendin, daxwaza edaletê kirin.

Amed- Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan, vê hefteyê jî bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin û kiryar bên darizandin” hatin ba hev.

Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 797’an de li Parka Koşuyoluyê ya Rezana Amedê hatin gel hev û li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin û windakiriyan hatin hilgirtin. Nûnerên partiyên siyasî, hevşaredar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tevli bûn. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo aqûbeta malbata Orhan ku serpêhatiya wan di çalakiya Dayikên Şemiyê de hat xwendin, daxwaza edaletê kirin.

‘Hestiyên wan jî nedan me’

Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz da zanîn ku xizmên windayan zêdetirî 30 salan e têdikoşin û wiha got: “Divê êdî arşîv bên vekirin û lêpirsîneke bi bandor bê destpêkirin.” Kurê Mehmet Selîm Orhan ê hatibû windakirin, hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan jî wiha got:

“Dema bavê min hat windakirin ez 11 salî bûm. Niha 41 salî me. Mixabin edaleta ku pêdiviya me tevan pê heye pêk nayê. Me pirsa tişta ku bi serê xizmên me ve hatiye kir. Em ê dev ji pirskirinê bernedin. Edalet ji bo her kesê lazim e, ne tenê ji bo xizmên windayan. Ev bû 30 sal hê tu pêşketin çênebûne. Me belge jî pêşkeş kirin lê faîlan beraet kirin. Gelek xizmên windayan bi vê hesretê mirin. Dê lêgerîna me ya edaletê bidome. Bavê min 30 sal berê ji hêla Tugaya Boluyê ve hat binçavkirin, tevî ku me der heqê wan de serlêdana sûc kir jî beraet kirin. Hestiyên bavê min û 8 kesên pê re hatin dîtin. Hestî ji hev cuda nekirin. Heta hestî jî nedan me.”

Piştre jî endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Amedê Bawer Çîndemîr serpêhatiya malbata Orhan xwend.