Malbata Şenyaşar: Wêrekî lazim e

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku çalakiya"Nobeta Edaletê" di roja 257'an de didomînin gotin: "Wêrektî lazim e. Divê em bibin yek û dawî li zilm, bêedaletî û vê krîzê bînin.”

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku çalakiya"Nobeta Edaletê" di roja 257'an de didomînin gotin: "Wêrektî lazim e. Divê em bibin yek û dawî li zilm, bêedaletî û vê krîzê bînin.”

Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 257’an de berdewam dike. Ji ber dawiya heftê ye malbat çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne. 

Malbata Şenyaşar a ku li ser hesabê xwe yê medyaya yê peyam parve kir, wiha got: "Ev neheqiya li Qesra Edaletê ya Rihayê li her derê ji bo edaletê tehdîd e. Divê wêrektî hebe. Divê em bibin yek û dawî li zilm, neheqî û vê krîzê bînin."