Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya mafdar di roja 196’an de ne

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ên 196 rojin çalakiya nobeta “edaletê” dewam dikin gotin: “Em ê vê zilmê bi piştevaniyê bi dawî bikin. Têkoşîna me ya mafdar di roja 196’emîn de ye.”

Riha– Emîne Şenyaşar a di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê İbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûyî 9’ê Adarê li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeta “edaletê kirin. Çalakiya wan 196 rojin dewam dike. Di saetên serê sibehê de Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar wek her roj ji navçeya Pirsûsê hatin li pêş avahiya edliyeyê û li cihê ku weke "Quncika Edaletê yê Malbata Şenyaşar" tê binavkirin bi dowîza "Em ji bo her kesî edaletê dixwazin" dest bi nobeta xwe kirin.
Malbatê bi ser hesabê xwe yê medyayê ev peyam parve kir: “Di Edliyeya Rihayê de edaleta zalim û kesên bi hêz didome. Em nikarin li malê bisekinin ku hin kes ji me re derkevin vê bêedaletiyê çareser bikin. Em ê vê zilmê bi piştevaniyê bi dawî bikin. Têkoşîna me ya mafdar di roja 196’emîn de ye.”