Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn bê edaletî ye

Malbata Şenyaşar a 666 roj in bê navber nobeta edaletê didomîne, wiha got: “Her çend ku rojeva welat aborî be jî, pirsgirêka bingehîn a welat bêedaletî û bêliyaqetî ye.”

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja xwe ya 666’emîn de berdewam dike. 

‘Çareserî edalet û demokrasî ye’

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Her çend ku rojeva welêt aborî be jî, pirsgirêka bingehîna welêt bêedaletî û bêliyaqetî ye. Her zema ku li mûçeyan tê kirin, ji bilî zêdekirina enflasyonê bi kêrî tiştekî nayê. Çareserî edalet, demokrasî û bihêzkirina Meclisê ye.”