Malbata Şenyaşar: Navê me jî binivîsin!

Malbata Şenyaşar di roja 701'emîn a Nobeda Edaletê de, li dijî gotinên Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk a ji bo kesên ku derbarê erdhejê de wan rexne dikin re gotibû "Em wan nivîsin”, wiha got: “Navê me jî binivîsin.”

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja 701’emîn de ye.

Malbata Şenyaşar ku di saetên sibehê de hat ber Edliyeya Rihayê, li ber pankarta ‘Edalet’ ku navên bajarên ku ji erdhejê bandorbûyê nivisandine, dest bi çalakiya nobetê kirin.

‘Yek ji sedemên erdhejê bêadaletî ye’

Ferît Şenyaşar ê di nobetê de axivî û destnîşan kir ku gelek sedemên erdhejê hene yek ji van sedeman bêedaletî ye û ev tişt gotin: “Li gorî me yek ji sedemên erdhejê bê edaletî ye. Vê bê edaletiyê jî hemû kes dizane. Sibê du sibe parlamenter dê dakevin qadan, heke ev bê edaletî wiha berdewam bike dê çawa bên Rihayê û ji gel deng bixwazin. Desthilatdar, kaxizeke girtiye dest xwe û navên kesên ku ji ber erdhejê rexne li wan dikin dinivîse, em ji vir bangê li desthilatê dikin ku navê me jî binivîse.”

Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal ev parve kirine kir: “Dayika ku 701 roj in li Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dike, ji kaxiz digri re dibejê;  #BeniDeNotEt. Em ê van rojên dijwar bi hevgirtina gel re derbas bikin. Liyakat illa ki liyakat!”