Malbata Şenyaşar: Me dest jê berneda û em bernadin

Çalakiya nobeta edaletê ya Malbata Şenyaşar a di roja 790’an de bi biryardarî berdewam dike. Malbat di peyama xwe de got: “Me dest ji parastina heqîqet û edaletê berneda û em bernedin.”

Riha – Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku du kur û hevjînê wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Pirsûsa Rihayê ji aliyê cerdevan û xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wî Ferît Şenyaşar ê ji êrîşan bi birîndarî xilas bû, di roja 790’an de bi biryardarî berdewam dike.

Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, malbatê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand. Malbatê li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Dîrok şahid e, me dest ji parastina heqîqet û edaletê berneda, emê dest jê bernedin!!!.”