Malbata Şenyaşar li Enqereyê ye

Malbata Şenyaşer piştî ku li ber deriyê wezareta edaletê ya Tirk demek dirêj hat rawestandin, hevdîtin bi alîkarê Wezîrê Edaletê Ramazan Can re kir.

Enqere- Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar û Emîne Şenyaşar roja duyemîn e çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê li Enqereyê didomînin. Ferît Şenyaşar û Emîne Şenyaşar îro ji bo bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bikin hatin ber avahiya Wezareta Dadê.

Hevdîtin ji çapemeniyê girtî re berdewam dike

Malbata Şenyaşar demeke dirêj li ber wezaretê hat rawestandin pişt re ji bo ku bi cigîrê Wezareta Dadê Ramazan Can re hevdîtinê bikin wan girtin hundirê avahiyê. Hat diyarkirin ku hevdîtina ji çapemeniyê re girtî hatiye lidarxistin wê pişt re bê parvekirin.

Li aliyê din li dora Wezareta Dadê tedbîrên ewlehiyê yên zêde hatin girtin. Weke duh îro jî rojnamevan ji aliyê polîsan ve ji qadê hatin dûrxistin.

Li ber deriyê Dîkmenê yê meclisê çalakiya rûnîştinê dabûn destpêkirin

Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar duh piştî daxuyaniya li meclisê, heta ber deriyê Wezareta Edaletê meşiyan lê belê wan negirtibûn avahiya wezaretê. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar li ber deriyê Dîkmenê yê meclisê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Rojnamegerên ku xwestibûn meşê bişopînin ji qadê hatin dûrxistin.

Dê Nobeta Edaletê li Enqereyê bidomînin

Li Pirsûsa Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de ji aliyê xizm û parazvanên parlamenterên AKP'î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ê ji vê êrîşê birîndar xelas bûbû, di 9'ê Adara 2021'ê de, li pêşiya Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Malbatê biryar da ku Nobeta Edaletê bibe Enqereyê, çalakiya nobetê ya li ber deriyê Edliyeya Riha di roja 846’an de bi dawî bûbû.