Malbata Şenyaşar li edaletê digere
Malbata Şenyaşar di roja 238’an a nobeta “edaletê” de bang li rayedaran kirin.
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûyî dayîn despêkirin di roja 238’an de dewam dike.
Ferît Şenyaşar bi bîr xist ku bi hinceta dayika wî "heqaret" li parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye wê di 12 'ê mijdarê de dayika wî derkeve pêşberî dadgehê û ev tişt anîn ziman: "Ji bo berpirsyarên komkujiyê darizandin nîne, lê dayika min wê derkeve pêşberî dadgeriyê. Hiqûq û edaleteke çawa ye? Tenê ji ber ku edaletê dixwaze dê bê darizandin. Rewşeke wiha nabe. Di 12'ê mijdarê de em ê bi parêzerên xwe û yên daxwaza edaletê dikin re li dadgehê bin. Di 12 'ê mijdarê de em ê qanûnan hînî dozger û dadgeran bikin."
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê jî ev parvekirin danî: "Îro 1'ê mijdarê ye, li ber edliyeyê zilmê 8 mehên xwe qedand. Failên komkujiya nexweşxaneyê tên parastin. Di 12'ê mijdarê da rûniştinek heye. Dozgeran darizandina dayika ku li ber çavên wê hevjîn û zarokên wê hatin qetilkirin, rewa dît. Yên ku şerm nakin li ser ekranê behsa edaletê dikin."