Malbata Şenyaşar: Li cihê ku edalet lê tunebe helalî jî çênabe

Malbata Şenyaşar di roja 765’emîn a nobeta edaletê de wiha got: “Zîhniyeta ku xwe serdestî gel dibîne têk diçe. Li cihekî ku edalet tunebe, helalî jî nabe.”

Riha- Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrîşê de birîndar bûbû, di roja xwe ya 765’emîn de ye.

Malbata Şenyaşar a ji mala xwe ya li Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê, li ber pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” nobeta edaletê didomîne.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam belav kir: “Di roja 765’emîn de têkoşîna me ya edaletê didome. Dayê li ber edliyeyê û em jî li gel Partiya Çepên Kesk li qadê têkoşîna xwe didomînin. Zîhniyeta ku xwe serdestî gel dibîne têk diçe. Li cihekî ku edalet tunebe helalî jî nabe.”