Malbata Şenyaşar: Hûn ê nikaribin derbikevin pêşberî gel

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 710’an de didome. Malbatê bang li rayedaran kir û daxwaza edaletê careke din dubare kir.

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adarê 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 710’an de didome.

Di çalakiya nobeta edaletê de Ferît Şenyaşar axivî û got: “Dozger dibêjin ‘sebir bikin, bisekinin.’ Êdî hêza me ya em sebir bikin nemaye. Bila demildest dîmenên nexweşxaneyê derkevin holê. Rayedarên dewletê jî dibêjin qeyd di arşîva dewletê de ye. Em di têkoşîna xwe de bi biryar in û em dest jê bernadin. Edalet dereng were jî wê bi cih were. Niha kesê di bin navê parlamenteriyê de ev komkujî pêk anî li qadan digere. Lê dema sibê du sibê parlamenteriya wî xelas bibe wê weke birayê xwe bikeve girtîgehê.”

‘Dê selteneta we ya zilmê hilweşe’

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Wezîrê edaletê @bybekirbozdag duh serdana edliyeya Rihayê kir. Ji bo dayika ku ev 710 roj in li ber deriye edliyeyê di nobetê de ye nebîne, di deriye pişt de ket edliyê, Wê selteneta wan a zilmê hilweşe! Hûn ê nikaribin derbikevin pêşberî gel!”