Malbata Şenyaşar: Hesreta civakê edelet e

Nobeta edaletê ya ji aliyê Emîne Şenyaşar a hevjînê xwe û 2 kurên xwe winda kir, li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar da dest pê kirin di roja 230’an de berdewam dike.

Riha- Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di roja 230’an de ye. Malbata şenyaşar ku ji ber dawiya hefteyê û edliye betlaneye nobeta xwe ya edeletê li mala xwe berdewam dikin, li ser hesabê xwe yên medya dijîtal peyam parve kir.
 Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê ev peyam parve kir: “Em bi serdema herî bêedalet a dîroka komarê re rûbirû ne. Her tişt li holê ye lê kes hesabê napirse. Hesreta civakê ya herî mezin EDALET e.”