Malbata Şenyaşar: Guhertina rêveberên bêedalet wezîfeyeke însanî ye

Malbata Şenyaşar a di roja 788’emîn de nobeta xwe ya edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Guhertina hikumet û rêveberên bêedalet wezîfeyeke însanî ye. Em bi bêdengiyê nebin hevkarê zilmê.”

Riha – Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku du kur û hevjînê wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Pirsûsa Rihayê ji aliyê cerdevan û xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wî Ferît Şenyaşar ê ji êrîşan bi birîndarî xilas bû, di roja 788'an de berdewam dike.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûs a Rihayê derket û hate ber deriyê Edliyeya Rihayê li ber pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” nobeta xwe domand. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tev li nobetê nebû. 

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya ‘heq û edaletê’ ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 788’emîn de berdewam dike. Guhertina hikumet û rêveberên bêedalet wezîfeyeke însanî ye. Em bi bêdengiyê nebin hevkarê zilmê.”