Malbata Şenyaşar: Emê bi hev re edaletê bînin

Malbata Şenyaşar a 222 rojin di nobeta “edaletê” de dixwaze dengê xwe bide bihîstin.

Riha- Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di roja 222’an de ji ber dawiya efteyê ye û edliye betlaneye li mala xwe dewam dike.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê ev peyam par ve kir: “Heya ku maf, hiqûq û edalet pêk neyê, em ê têkoşîna xwe ya bênavber û bi biryardarî dewam bikin. Em ê bi hev re edaletê pêk bînin.”