Malbata Şenyaşar: Em li benda gavên pratîkî ne

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar berdewam dike û diyar kirin ku wê ji bo edaletê têkoşîna xwe berdewam bikin bang li wezîrê Edaletê Yilmaz Tunc kir û got; “Em li benda îcraetê ne.”

Riha- Malbata Şenyaşar ku 14’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsa Rihayê xizmên wan ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, Nobeta Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê ku dane destpêkirin, di roja 818’an de didomînin.

‘Em ji wezîrê edaletê li benda Îcraatê ne’

Ji ber ku roja Şemiyê edliye girtî ye, malbata Şenyaşar li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe ya nobeta edaletê domand. Çalakî di roja 818’an de berdewam dike. Malbatê li ser hesabê medyaya dîjîtal bang li Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç kir û got: “Heta zilm bi dawî dibe, edalet pêk tê, derew û îftîra bi dawî dibin û ya heq pêk tê dê têkoşîna me bidome. Em li benda îcraeta Wezîrê Dadê yê nû ne.”