Malbata Şenyaşar: Em edaletê ji bo hemû kesî dixwazin

Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ê ku di roja 826’an de nobeta Edaletê didomînin diyarkirin ku dema ku wezîrê edaletê Yilmaz Tunç daxwazên wan bi cih neînin, wê çalakiya xwe bibin Enqerê ber derê wezareta Edaletê.

Riha- Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetilkirin û kurêk wê jî bîrindar bû, di 9’ê adara 2021’an de li ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kir,  berdewam dike.

Emîne Şenyaşar û parlementerê Partiya Çep a Kesk Ferît Şenyaşar weke her rojê ji mala xwe a Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û panqarta ‘Ji bo malbata Şenyaşar Edalet’ vekirin di roja 826’an de nobeta xwe ya Edaletê dom kirin.

‘Bê edaletî berdewam dike’

Ferît Şenyaşarê ku li ber deriyê edliyê daxuyanî da destnîşan kir ku ev 5 sale têkoşîna edaletê didin û wiha got: “Dayika min 2 sal in ji bo bavê min û du birayê min hatin qetilkirin û birayê min girtî nobeda edaletê digire. Hemû rayedar û rêveber dizanin ku dayika min mafdar e, rêveberên di asta jor de jî dizane. Lê bêedaletî berdewam dike.”

‘Emê demek bidin wezîrê edaletê’

Ferît Şenyaşar bal kişand li ser bejdarî û axaftina Wezîrê edaletê yê nû Yilmaz Tunc ya daxuyanî û konfaransan de wiha got: “Behsa sedsala duyemîn a Tirkiyeyê dike û dibêje ‘wê ev sedsal bibe sedsala edaletê, edaleta ku dereng were ew ne edalet e’. Gelo ev Wezîrê edaletê yê nû van daxuyaniyan dide dayika ku dû sale li ber Edliyeya Rihayê nobeda edaletê digire nabîne? Ferît Şenyaşar bi bîr xist ku dayîka wî Emîne Şenyaşar heta dawî mafdare û wê nobeta xwe bidomîne û wiha dom kir:

“Ger wezîrê nû yê edaletê vê bê edaletiyê ji nedîtî ve were, emê demekî danîn  pêşiya wî û ger daxwazên me yên hiqûqî neyên qebûlkirin em ê werin Enqereyê û li ber deriye  wezaretê panqarta xwe vekin, heta ku edalet neyê, emê nobeda xwe bidomînin.”

 ‘Edaletê ne ji bo xwe tenê ji bo herkesê dixwazim’

Emîne Şenyaşar da zanîn ku ev 3 sale nobeta edaletê didomîne û wiha got: “Ez di bin berf û baranê de, di germa havînê  li vir bûm. Ez edaletê ne tenê ji bo xwe ji bo her kesî dixwazim. Kurê min neyê berdan ezê biçim Enqereyê û li wir nobetê bigirim. Çawa ku min li vir nobet digirt, ezê li Enqereyê jî bigirim. Ez biçim Enqerê heta ku ez bimirim ez ê ji wir ranebim. Ger mirin çêbibe, bila li ber avahiya edliyeyê be. Çawa min li vir sê sal domand, ezê li Enqerê jî bidomînim.”

‘Bila êdî kurê min were mal’

Emîne Şenyaşar ji bo kurê xwe yê li girtîgehê got bila êdî kurê min were mala xwe û wiha got: “Mirov li nexweşxaneyan nayên qetilkirin. Bila qeydên nexweşxaneyê derxin holê û hemû dinya bibîne ku qetlîamek çawa hatiye kirin. Çima parlamenterê AKP’ê yê ku wê çaxê qetlîam pêkanî nayê girtin?”

Piştî daxuyaniyê malbat li ber deriyê ketina edliyê rûnişti û dest bi nobeta xwe kirin. Emîne Şenyaşar bi boneya Cejna Qurbanê ji bo hevjîn û zarokên xwe lorand û got: “Ez naxwazim cejn werin. Ên ku ev êş anîne serê me bila ew jî cejnan pîroz nekin, bila ew jî êşa min bikişînin. Gelo ev dewletek çawa ye? Ev hikûmetek çawa ye? Xwedê ji wan re nehêle. Bila lanet li vê edaletê were.”