Malbata Şenyaşar: Em ê bi ser bikevin
Malbata Şenyaşar di nobeta edaletê ya roja 642’emîn didomîn de bal kişand ser dosyaya qetlîama dikanê ya ku însiyatîfê xira kir û ev peyam parve kir: “Em ê bi ser bikevin, daxwaza me edalet e.”

Riha- Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’ê de dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 642’emîn de didome.
Malbata ku ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye nobetê li mala xwe didomîne, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal vê peyamê parve kir: “Ya ku edaletê daxwaz dikin ne peykerê Themis ê li ber derî ye. Ya ku edaletê daxwaz dike dayikek e. Doza dikanê xera bû, hemû rêxistinên hiqûqê xwedî li doza me derketin. Em ê bi serbikevin, daxwaza me edalet e.”