Malbata Şenyaşar: Em dixwazin hemû Tirkiye têkoşîna me bibîne

Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li ber Edliyeya Rihayê dayî despêkirin di roja 102’an de ne.

Riha - Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê ji aliyê Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li pêş Edliyeya Rihayê di 9’ê Adarê de dabûn despêkirin di roja 102’emîn de dewam dike.
Malbatê li ser hesabê xwe yê civakî ev parkirin danî: “Têkoşîna me ya edaletê di roja 102’an de ne. Em dixwazin têkoşîna me tenê li ber Ediliyeya Rihayê nemîne, hemû Tirkiye pê bihese. Dê îro Baroya Dîlokê û saziyên wê bên ziyaretê.”