Malbata Şenyaşar: Em dest ji doza xwe bernadin

Nobeta edaletê ya malabata Şenyaşar di roja 681’an de berdewam dike, dan zanîn ku doh di doza danaşînê de guhdarkirina şahidan û pejirandina daxwazên wan ereni bû.

Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’an de dest bi nobeta Edaletê kirin û ev nobeta Edaletê di roja xwe ya 681’an de berdewam dike. Malbat ji mala xwe ya Pirsusê hatin ber deriyê edliya Rihayê û nobeta xwe berdewam kirin.

Ferît Şenyaşar bal kişand li ser doza di 17’ê Çileyê de li Meletî hatî ditin û wiha got: “Emê dest ji xwestina edaletê ne berdin. Heta daxwaza me ya dûyem neyê bi cihanîn emê ji ber deriyê edliyê neçin, ger birayê me yê girtî were berdan emê dawî li nobeta xwe bînin, emê pêvajoya hiqûqî bi parêzerên xwe re berdewam bikin.”