Malbata Şenyaşar: Em çerxa dawî ya vê dewranê dijîn
Çalakiya nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di roja 82’an de ne.
Riha – Emîne Şenyaşar a di êrîşên sala 2018’an de hevjîn û du kurên wê hatibûn qetilkirin bi lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên darizandin dest bi çalakiya nobeta "edaletê" kirin. Çalakiya nobeta “edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 82’emîn de dewam dike.
Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medya sanal spasiyên xwe pêşkeşî Meclîsa Jinan a Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ku duh çûbûn seredana wan kirin û ev peyam parve kir: “Heq, hiqûq, edalet li bin piya diperçiqe. Her kes vê dibîne. Rojên kesên ku zilmê dikin li pêş darazê hesabê bidin nêzîk in. Wê dîmenên komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hemû cîhan temaşe bike.”