Malbata Şenyaşar: Em bêdeng nabin û gav paş de navêjin
Çalakiya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a “edaletê” di roja 74’an de dewam dike.
Riha – Beriya hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an xizim û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşê malbata Şenyaşar kiribûn, di encamê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji ber kujer nehatin darizandin bi daxwaza "edaletê" ji 9'ê adarê li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeta "edaletê" kiribûn, çalakiya wan di roja 74’an de dewam dike.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya ya civakî wêneyê duh dema hatibûn biçavkirin parkirin û ev peyam par kirin: “Ev mertalên ku tên rakirin, bi armanca astengkirina daxwaza me ya EDALET’ê ye. Tevî hemû mudaxileyan, binçavkirinan jî em li ber Edliyeya Rihayê ne. Em ê bêdeng nebin, dev jê bernedin û li ber xwe bidin.”